Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya roja Çapemeniya Kurdî û derketina
yekemîn rojnameya Kurdî di 22.4.1898ê de peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de
piştevaniya Yekîtiya Niştimanî ya ji bo Rojnamegeran azadiya karê rojnamevaniyê
dupat kir.
Nivîsa pîrozbahiyê ya Serok
Bafil Celal Talebanî wiha ye:
Roja Çapemeniya Kurdî li hemû
rojnamevan û xebatkarên medyaya Kurdistanê pîroz dikim. Em spasiyên xwe pêşkêşî
hemû pênûsên têkoşer dikin ku di dema borî de ji bo pêşdebirina proseya
rojnamevaniyê û bilindkirina hişyariya civakê xebitîn.
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê baweriyeke tund bi azadiya karê rojnamevanî û mafê wergirtina
zanyariyan heye û bi tevahî li hember sînordarkirina azadiyan û binpêkirina
mafên rojnamevanan radiweste û ev yek weke metirsiyeke cidî li ser demokrasî û
navûdengê Kurdistanê dibîne, mixabin di heyama dawî de Herêm rastî rexneyên
tund hat, ji ber ku bûyerên wiha diqewimin.
Berê em her tim alîkarî û
piştgirî bûn ji rojnamevanan re, me jîngeheke azad dabîn kir û me bang li
rojnamevanan kir ku wêrek bin û bi azadî me rexne bikin, ji ber ku em bi
rexneyê mezin dibin û xwe dinirxînin. Di pêşerojê de jî em ê bi heman ruhî
berdewam bikin û bibin parêzvanên mafên rojnamegeran.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

