Doza girtina kampa penaberan li pêş Dadgeha Federalî ye
Kurdistan 02:45 PM - 2024-04-21
PUKMEDIA
Kampên penaberan
Dadgeha Federal a Iraqê dê giliya Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê li dijî rêgirtina li vegera penaberên Herêma Kurdistanê bike.Rêveberê fermangeha parêzgehan a Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê got: "Em pabend in bi dema ku Encûmena Wezîrên Iraqê ji bo vegera penaberên Herêma Kurdistanê bo malên xwe diyar kiriye."
Li gorî parêzgehên Hewlêr û Duhokê, parêzgeha Silêmaniyê dê vegerandina penaberan hêsan dike û 30 hezar malbatên penaber li kampên herêmê mane.
Li gorî Hewlêr û Duhokê, li Silêmaniyê tişt hatin hêsankirinRêveberê Fermangeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Samer Meşkur ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Li parêzgeha Silêmaniyê ji Hewlêr û Duhokê zêdetir alîkarî û asankariya em werdigirin, ev jî ji ber wê yekê ye ku kampên Hewlêr û Duhokê di bin kontrola Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.’’
Samer Meşkur got: "Hikûmeta Iraqê dê çar milyon dînar, sarincek, televizyonek û sobeyekê ji her malbateke penaber re dabîn bike û vegera wan bo warê xwe hêsan bike û hewl didin heta roja 1-7-2024 hemû penaberan vegerînin, ji ber ku ti metirsî li ser jiyana wan li ser welatê wan nîne.”
Iraq teşwîqê vegera penaberan dikeHikûmeta Iraqê berdewam li ser teşwîqkirina vegera penaberan û pêşkêşkirina her cure alîkariyan ji wan re, ji ber wê jî xerciya rojane ya vegerandina bi dehan malbatên penaber û dabînkirina erd, pere û gelek derfetan ji wan re heye.
Serokê Lijneya Koç û Koçberan li Parlamentoya Iraqê Ronzî Ziyad Sîdo ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand; "Vegera penaberan bo malên xwe berdewam e û Wezareta Koç û Koçberan dê asankariya vegera wan bo penaberan bike, di vê çarçoveyê de 4 milyon dînar û pariyek zevî ,pêşkêşkirina kar di wezaretan de weke teşwîqek ji bo penaberan e.’’
Ronzî Ziad Sîdo got: "Hikûmeta Iraqê tekezî li ser vegera penaberan bo malên xwe dike û hewl dide xizmetguzarî û nûavakirina deverên wan pêşkêş bike."
Li herêmê 30 hezar malbat koçber bûneRêveberê beşa parêzgehan a Wezareta Koç û Koçberan got: “Nêzîkî 30 hezar malbatên penaber li 21 kampên Herêma Kurdistanê mane, ji wan 16 li Duhokê, 5 li Hewlêrê û yek jî li Silêmaniyê.”
Wezîrê Koç û Koçberan gilî kirLi gorî plansaziya civînên Dadgeha Federalî, roja Yekşemê 21-4-2024 ji bo çareserkirina giliya Wezîrê Koç û Koçberan û Penaberan “Îvan Fayeq” li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokwezîr û wezîrê navxwe glî kir.
Şikayetkar daxwaz kir ku pêwîstiyên malbatên penaber bên dabînkirin û barê wan bê kêmkirin, her wiha girtina kampan û vegerandina xwebexş a penaberan di dema xwe de, li gorî biryarên Encûmena Wezîran a Iraqê di dema xwe de be.
Wezîrê Koç û Koçberan: Divê penaber bê dereng vegerin malên xwePêştir Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq Cebro bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Serokê UNHCR Gulam Mihemed Îshaq re civiyabû û ragihand: "Em pabendî biryara serokwezîr in û divê penaberên kampên Herêma Kurdistanê di dema xwe de û bê paşxistin vegerin malên xwe, bi taybetî ku niha asayîşa parêzgeha Nînowa bi awayekî baş tê parastin."
Muhlet hatiye diyarkirin
Civata wezîrên Îraqê biryar da ku roja 30-6-2024 bibe dema dawî ya vegera hemû penaberên li kampên herêma Kurdistanê.Lê ji ber azmûnên dawîn ên pola 12, dema vegera penaberan ji bo 30-7-2024’an hat paşxistin.
Vegera penaberan li Herêma Kurdistanê berdewam e, lê li gorî giliya Wezîrê Koç û Koçberan li Dadgeha Federalî, li parêzgehên Hewlêr û Duhokê astengî li pêşiya vegera penaberan hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

