Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17
PUKMEDIA
Zanîngeha Amerîkî li Silêmanî
Di bin sernavê (pevçûn li Rojhilata Navîn) îro çarşemê 17.04.2024ê ji demjimêr deh sibehê li zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyê, çalakiyên heştemîn rûniştina Dîdara Navdewletî ya Silêmaniyê destpê dike. Bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê, birêz Ammar El Hekîm Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî û Qasim El-Erecî, Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Êraqê û beşdariya berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê û Êraqê û gelek kesayetiyên navdar û bibandor ên Ewropa û welatên curbicur ên cîhanê ji lêkolîna li ser pirsgirêkên lezgîn û nûjen û dîtina çareyên bibandor ji wan re, ev dîdara ku 2 rojan dirêj dike wek mezintirîn û dirêjtrîn dîdara siyasî Êraqî tê dîtin, pêşwazî li serkirde û lêkolînerên ji Rojhilata Navîn û Amerîka û Ewropayê dike.
Serokê Herêmê: Kurdistan nabe destpêkek bo metirsiyêli ser cîran
Nêçîrvan Barzanî Serokê
Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û tê de balkişand ser wê yekê ku îro navçe
di pirsgirêkên mezin re derbas dibe û em daxwaza bihêzkirina aştî û demokrasiyê
li navçeyê dikin,û tekez li ser wê yekê kir ku ev dîdara di bin şert û mercên
gelek hestiyar ên herêmî û cîhanî de tê lidarxistin.
Di berdewamiya axaftina
xwe de got ku Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya diyalog û çareseriyên
aştiyane dike, ş got bi rêya aştiyane li gel welatên cîran me pêwendiyên herî
xweş ên şirîkatî, pêşkeftina aborî û bexteweriya hevbeş çêkiriye û em rê nadin
ku Herêma Kurdistanê bibe çavkaniyek bo êrîş û hereşeyên li ser welatekê.
Got jî: Me ji sala 1991ê
ve bingehê ezmûneke mezin ya demokrasî, avadankirin û aramîyê damezrand û dema
ezmûna herêma Kurdistanê bi ser ket û xwendekarên azadîxwazê li Êraqê bi ser
ketin û Kurdistan bû bingehek ji bo civîn û yekîtî û serkeftina Opozisyona Êraqî
li ser dîktatoriyê Civaka Navdewletî ji mer ra bûn alîkar, ji ber ku projeya me
demokrasî û aştî bû û dostên me yên li herêmê bi taybetî Tirkiyê û Îran bi bi
me ra alîkar bûn ji bo vekirinê û hevkariya aborî.
Di heman demê de Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku “Diktatorî, yek pêkhatî li Êraqê û nebûna azadiya siyasî paşeroja Êraqê di xwînê de hîştibû. Bi milyonan Êraqî bûne qurbaniyên rêjîmên xerab li Êraqê... û dema wê yekê ye ku hemû deriyan li ser rêxistinên terorîst li Êraqê bên girtin û tekez kir ku meşandina sîstema federalî bi pratîkî ji bo pêşxistina Êraqê gelkî girînge û divê hemû netew û pêkhateyên Êraqê ji xwe wek ortaq di birêvebirina Êraqê de bibînin, ji ber ku paşguhkirina her pêkhateyekê wê rêyeke zehmet li ber Êraqê veke.
Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de dê
yek ji mijarên sereke yên vê dîdarê be, ku dê li dora wê gotûbêjên tund bên
kirin, herwiha dê mijarên guherîna avhewayê û pirsgirêka kêmbûna avê û rêyên
rûbirûbûna wan û parastina jîngehê jî dê bibe mijareke girîng. Di dîdarê de dê
semînerên siyasî, aborî û jîngehparêzî bên kirin
Çalakiyên Dîdara Siyasî ya Silêmaniyê ji destpêka damezrandina
zanîngeha Amerîkî li Silêmanî - Êraq di sala 2006 de dest pê kir û ev destpêkek
nû bû ji bo geşepêdana sektora xwendin û lêkolînê li welat. Ji wê demê ve
zanîngeha Amerîkî di warê pêşdebirina îdarî de li pêş e, û destkefta girîng ji
bo damezrandina zanîngehê bû, destpêkirina rûniştina yekem a dîdara Navdewletî
ya Silêmaniyê ji bo Diyaloga Siyasî di sala 2013 de bû. Herweha îsal 2024 ku
heştemîn Dîdare wê dîsa bi beşdariya navdewletî birêve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

