Dahata Silêmaniyê ya hefteya borî hat eşkere kirin
Kurdistan 10:29 AM - 2024-04-12
PUKMEDIA
Daşbordî Şefafiyet
Dahata Silêmaniyê ji 6-4-2024 heta 12-4-2024 ‘an, bi qasî 842 milyon û 422 hezar û 425 dînar bûye, ku hemû dahat bi pere ye.
Malpera Şefafiyet ya çavdêrî û rêkxistina dahatên neneftê yên parêzgehên Silêmanî, Helebce û her du îdareyên Raperîn û Germiyanê ya heftane bi qasî 842 milyon , 422 hezar û 425 dînar ragihandiye, ku %100ê dahatê bi pere ye.
Eva li halekê ye ku bi sedema meha pîroz a Remezanê dahat li gorî hefteyên berê kêmtir bûye.
Qubad Talebanî pêşengê Zelalbûnê ye di dahat de
Piştî 30 salên desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 15.12.2022ê projeyek ji bo şefafiyeta hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û Rêveberiyên Germiyanê û Raperînê ragihand ku di vî warî de yekemîn e li Kurdistan û Iraqê bi giştî.
Ev proje di nav derdorên Kurdistanê de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û daxwaz kirin ku ew proje bi giştî were kirin û ji hemû herêmên Kurdistanê ku îthalata neftê lê heye jî hebe.
Qubad Talebanî di axaftina xwe ya li ser ragihandina projeyê de got: “Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinardekirina neftê ye.”
Pêwîste Zelalbûn bibe malê hemû Kurdistan
Got jî: Zelalbûn bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareya Raperîn û Germiyanê dihewîne, ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tomarkirin daku her kes li her demê hûrgilîyên wan hinardekirinê bibîne bi rêya malpera shafafiat.com.”
Cîgirê serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev bîr û hizra hanê derketiye holê ji ber ku şefafiyet bingeha bingehîne ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hemwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra girînge hûn lê binêrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
10:49 AM - 2025-12-06
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Rêjeya hejariyê li Îraqê kêm dibe
Êraq 11:32 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05



.jpg)


Aplîkêşin

