Talebanî: Seddam û rejîma wî nekarîn îradeya gelê me bişkînin

Kurdistan 03:01 PM - 2024-04-09
Cîgirê Serokwezîr PUKMEDIA

Cîgirê Serokwezîr

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê  bi boneya salvegera rûxandina dîktatoriya Beisê peyamek belav kir û got:“Seddam û rejîma wî nekarîn îradeya gelê me bişkînin û Kurd ti carî teslîmî rêveberî û dîktatoriyê nebûn û bêguman ev gel dê di pêşerojê de jî teslîmî ti xweferzkirineke din nebe.’’

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û got:  “Bi hemû zulm û xwînrijandina xwe, bi jenosîd û Enfalê, bi kîmyabarana Helebceyê, bi darvekirina girtiyên siyasî, bi wêrankirina gundan, bi koçberkirina bi darê zorê û sirgûnkirina Kurdên Feylî nikarî vîna kurd bişkîne.’’

Her wiha got:“Tevî van hemû tawanan û gelek tawanên din, Seddam û rejîma wî nekarîn îradeya gelê me bişkînin û Kurd ti carî teslîmî rêveberî û dîktatoriyê nebûn û bê guman ev gel dê di pêşerojê de jî teslîmî ti xweferzkirinekî din jî nabe.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket