YNK: Di vê hilbijartinê de kesên mirî deng nadin
Kurdistan 02:13 PM - 2024-04-09
PUKMEDIA
Hilbijartin
Di pêşnûmeya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hejmara 129’an wergirt.Endamekî Serkirdayetiyê got: “Wan hemû amadekarî bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de kirine.’’
Em li benda roja hilbijartinê ne
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa di civîneke çapemeniyê de got:YNKê ji bo hilbijartinan hemû amadekariyên xwe kirine û ti pirsgirêkek me nîne û em li benda roja hilbijartinan in û hemahengî û pêwendiyên me yên bihêz li gel hemû aliyên Kurdistanî hene.’’
Şêx Cefer: “Serok Bafil li Bexdayê hemû hewlên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên mûçe û bûdceyê dane û li ser vê pirsê bi hemû aliyên Iraqî re civiyaye.’’
Axaftina li ser paşxistina hilbijartinan ti pêwendiya xwe bi YNKê re nine
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK'ê Letîf Nêrweyî jî got:“Paşxistina hilbijartinan ne karê YNK’ê ye, tişta ku ema me ye ew e ku em li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û me xwe ji pêvajoyê re amade kiriye.’’
Letîf Nêrweyî got: “Weke YNK me di wê baweriyê de bû ku bi yasaya berê ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, hilbijartinên dadperwerane li herêmê çênabin, ji ber wê jî hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî nêrînên xwe li ser yasayê hebûn, ku pirsgirêkeke yasayî ye, divê proseyeke demokratîk be.’’
Serokê Desteya Ragihandinê wiha got: “Di vê hilbijartinê de kesê mirî nikare deng bide û tu kursî ji parêzgehekê naçe parêzgehekê din.’’
YNK di hilbijartinên paqij de israr dike
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tîropişkek ji
bo dayîna hejmarên hevpeymanî, partiyên siyasî û lîsteyên takekesî yên ku di
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de beşdar bûne, pêk anî.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand ku 10
partî, 2 hevpeymanî û 587 namzedên serbixwe ji bo beşdarbûna hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê navên xwe tomar kirine.
Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li her çar bazneyên hilbijartinên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebce hejmara 129’an wergirt.
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hecî Heme ji PUKMEDIA re ragihand: Piştî ku me hejmara 129 ji bo beşdarbûna di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de wergirt, Yekîtiya Niştimanî li gorî karnameyê amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê berdewam dike. bernameya wê amade kir.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amadekariyên temam bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike, ku biryar e 10/6/2024 birêve biçe.
Got jî: Roja 31.03.2024, Yekîtiya Niştimanî bi fermî lîsteyên namzedên xwe yên li nav sînorên hemû bazneyên hilbijartinan (Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce) pêşkêşî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir û hemû amadekariyên me yên ji bo hilbijartinê me temam kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

