24 sal bi ser koça dawî Îbrahîm Ehmed re derbas dibe

Kurdistan 10:29 AM - 2024-04-08
Têkoşer Îbrahîm Ehmed PUKMEDIA

Têkoşer Îbrahîm Ehmed

Em îro Duşemê 8.4.2024 salvegera koça dawî ya têkoşer, siyasetmedar, romannivîs, huqûqnas û rojnamevan Îbrahîm Ehmed bi bîr tînin, ku şopa xwe ya zelal li van deveran hişt û di dîroka Kurd de cîhekî girîng tomar kir. qonaxên têkoşînê û têkoşîna siyasî, yasayî û çandî bû û wek nîşana demokrasiyê li Iraqê û parêzvanê biratiyê.Kurdî Erebî dihat naskirin.


Nemir Îbrahîm Ehmed sembola ronakbîriya kurd û erkê hemû rewşenbîrekî kurd e ku mqamosteyê nemir Îbrahîm Ehmed
ji bîr nekin.

Di her salê de, di roja 8-4- de, salroja koça dawî ya siyasetvan û rêberê rewşenbîr û Kurdistanî, nemir Îbrahîm Ehmed e. Nemir Îbrahîm Ehmed Fetah Zada Mistefa, di roja 6-3-1914`an de,li bajarê Siulêmaniyê paytexta Rewşenbîrî hatiye dinê. Îbrahîm Ehmed yek ji siyasetvan û rewşenbîr û pisporvanekî pir jîr Zana bû.
Nemir di jiyana xwe ya asayî de, hem nivîskarhelbestvan- ronakbîr-siyasetvan - rêberê gel û parêzgrha doza rewa ya gelê kurd bû.

Welatparêz û xemxwerê doza gelê xwe bû

Nemir mamoste Îbrahîm Ehmed ku yek ji 246 Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd damezrênerê serekî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û yek ji damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye jî. Diheman demê de, yek ji kesên li berçav yê damezrandina Parlemana Kurdistanê ya Derveyî welat (PKDW) bû, yek ji damezrênerê Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)ê bû.

Her weha di sala 8-4-2000`an de, li Londin paytexta Birêtanyayê koça dawî kir. Nemir Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsî û navê wê romanê (Janî Gel). Romana wî ji alî Elîşêr ve bi navê (Jana Gel) bi zeravayê kurmancî jî hatiye wergerrandin.
Keça Îbrahîm Ehmedî, Hêro Xan hevjîna rewanşad serok Mam Celal Talabanî ye.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket