Amerîka piştgiriya lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike
Kurdistan 11:16 AM - 2024-04-06
iStock
Ala Amerîkî
Amerîka piştgiriya hilbijartinên dahatî yên parlamentoya Kurdistanê dike û Wezîrê Derve yê Amerîka jî got: “Em dixwazin hemû alî beşdarî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, ji bo ku em karibin nûneratiya gelê Herêma Kurdistanê bi awayekî baş bibînin."
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Amerîka dixwaze hilbijartinên bê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên kirin.
Blinken got: "Em dixwazin hilbijartin li Herêma Kurdistanê bên kirin û em dixwazin her kes beşdarî wan hilbijartinan bibe, ji ber ku pêwîst e xelk hest bi wê yekê bikin ku nûneratiya wan baş heye."
"Hilbijartinên Herêma Kurdistanê gelekî girîng in û em dixwazin peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bi awayekî erênî bên kirin, ji ber ku başkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo hemû Iraqiyan girîng e û Herêma Kurdistanê jî di nav de ye."Got
Plaschardt û Qubad Talebanî mijara hilbijartinan gotûbêj kirinDi civîna roja Çarşemê (03.04.2024) li Hewlêrê de, Talebanî pesna hewlên Jennifer Plaschardt ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nêzîkkirina nêrînên aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê û diyar kir ku wan hewlan bandor li ser aramiya Iraqê kiriye û gelek aloziyên siyasî kêm kirine.
Di derbarê pirsa civîna bê ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî, Cîgirê Serokwezîr tekez li ser lidarxistina hilbijartineke paqij û dadmend li gorî dema xwe kir.
Her du alî li ser giringiya berdewambûna gotûbêjan ji bo çareserkirina bingehîn a hemû pirsgirêkan hemfikir bûn, bi taybet pirsgirêkên darayî, ku niha gavên baş di vî warî de hatine avêtin.
Amerîka piştgiriya lidarxistina hilbijartinan dikeRoja 2-4-2024 Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dara Xeylanî li Baregeha Polîtburoya Siyasî îro li Hewlêrê pêşwaziya Pamela J. Hack Cîgira Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir û di civînê de pêşhatên dawî yên Herêma Kurdistanê û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Dara Xeylanî helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) eşkere kir û got:"YNK'ê îsrara xwe li ser lidarxistina hilbijartinên paqij û adilane dike di roja ku serokê Heremê diyar kiriye de amade ye. Em li gel paşxistina hilbijartinan nînin û em dixwazin hemû hêz û aliyên siyasî beşdarî hilbijartinan bibin."
Xeylanî got: “Her wiha helbijartin daxwaza gelê Kurd e ku hikûmet û parlamentoyek ku bê cudahî nûnertiya hemû gelê Kurd bike.’’
Di bersivê de cîgira konsulê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Pamela J. Hack ragihand: “Amerîka piştgiriya hilbijartinên azad, şefaf û dadperwerane li Herêma Kurdistanê dike û ji bo xizmetkirina xelkê û parastina saziya herêmê, pêvajoyeke girîng dibîne.’’
Firansa piştgiriya lidarxistina hilbijartinan dikeCîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Konsulê Giştî yê Fransa Jan Brem civiya û di civînê de pirsa hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û çawaniya pêşxistina aboriya herêmê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Di civîna roja sêşemê (02.04.2024) li Hewlêrê de, cîgirê serokwezîr tekez li ser lidarxistina hilbijartinên pak û dadperwer li roja ku ji aliyê serokatiyê ve hatiye destnîşankirin, kir û got, nabe hilbijartin zêdetir li vê bên paşxistin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa aborî û çawaniya geşepêdana aboriya herêmê hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî amaje bi stratejiya bihêzkirina sektora taybet kir û got:’’Emê hemû tedbîrên pêwîst ji bo hêsankirina sermayedarên sektora taybet bi taybetî veberhênana di warê pîşesazî, çandinî û geştiyariyê de werbigirin.’’
Di vê derbarê de cîgirê serokwezîr got:’’ Kar ji bo teşwîqkirina sermayedaran bo sermayerazandinê li navçeyan dikin,bêyî geşepêdana hevseng li bajar û herêmên cuda, binesaziyek aborî ya bihêz nayê avakirin û pêşkeftinek rast çênabe."
Di hevdîtinê de, Qubad Talebanî spasiya hikûmeta Fransa kir ku di qonaxên cuda de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz ji hikûmeta Fransa kir ku di pêşerojê de şêwirmendên xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di warê geşepêdana aborî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

