Amerîka: Hilbijartin dê statuya herêmê biparêze
Kurdistan 04:41 PM - 2024-04-02
PUKMEDIA
Dara Xeylanî û Pamela J. Hack
Berpirsê Pêwendiyên Derve: YNK li ser lidarxistina hilbijartinan bi israr e
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekîd dike ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de pêwîste bên kirin û Cîgirê Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêwîste di dema xwe ya diyarkirî de dê bên kirin û got: “Amerîka piştgiriya lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike.’’
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dara Xeylanî li Baregeha Polîtburoya Siyasî îro li Hewlêrê pêşwaziya Pamela J. Hack Cîgira Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir û di civînê de pêşhatên dawî yên Herêma Kurdistanê û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Dara Xeylanî helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) eşkere kir û got:"YNK'ê îsrara xwe li ser lidarxistina hilbijartinên paqij û adilane dike di roja ku serokê Heremê diyar kiriye de amade ye. Em li gel paşxistina hilbijartinan nînin û em dixwazin hemû hêz û aliyên siyasî beşdarî hilbijartinan bibin."
Xeylanî got: “Her wiha helbijartin daxwaza gelê Kurd e ku hikûmet û parlamentoyek ku bê cudahî nûnertiya hemû gelê Kurd bike.’’
Di bersivê de cîgira konsulê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Pamela J. Hack ragihand: “Amerîka piştgiriya hilbijartinên azad, şefaf û dadperwerane li Herêma Kurdistanê dike û ji bo xizmetkirina xelkê û parastina saziya herêmê, pêvajoyeke girîng dibîne.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

