Meaş piştî zêdetirî 60 rojan dê bên belavkirin
Kurdistan 11:39 AM - 2024-03-30
PUKMEDIA
Dînarê Iraqî
Li gor lîsta wezaretê piştî paşxistina nêzîkî 60 rojan, mûçeyên meha Sibatê roja şemiyê 30ê Adarê dest bi dabeşkirina mûçeyên wezaretê Darayî tê kirin,dê di nava 6 rojan de hemû karmend mûçeyên xwe werbigirin, li gorî wê yekê mûçeyê hinek fermanberên leşkerî zêdetirî 62 rojan hatiye paşxistin.
Di şeş rojan de mûçe dê bêne dabeş kirin
Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê ji 30-3-2024 û 4-4-2024 ango di nava 6 rojan de pisti nêzîkî 60 rojan ragihand ku du mehane mûçe nehatine belavkirin û hinek karmendan kar boykot kirine.
Wezareta Darayî di 2ê Sibatê de dest bi belavkirina mûçeyên Kanûna 2024an kir û di meha Sibatê de bi dawî bû.Nêzîkî 60 rojin hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê xelq nedaye û hikûmeta Iraqê jî mûçeyê nêzîkî 20 rojan şandiye.
Pereyê mûçeyê ji Bexdayê hatibû şandin
Roja 11.03.2024ê Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê 560 milyar û 218 milyon û 37 hezar û 912 dînar razandine ser hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Wezareta Darayî ya Iraqê bi giştî 608 milyar dînar şandiye, lê ji ber kêmbûna mûçeyê hikûmeta Herêma Kurdistanê red kiriye mûçeyên meha Sibatê were dabeşkirin.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 320 milyar dînar e, ku ji destpêka îsal ve heta niha 960 milyar dînar heye, lê amade nebûye kêmasiya mûçeyê Herêma Kurdistanê tijî bike. (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) zêdetirî 2.2 trîlyon dînar ji Bexdayê wergirtiye ku tenê 949 milyar dînar ji bo mûçeyê mehekê hatiye xerckirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên meha Cotmeh, Mijdar û Kanûna sala borî dabeş nekiriye û di sala 2024an de heya niha tenê mûçeyek hatiye dabeşkirin û îro dest bi dabeşkirina mûçeya duyem ya îsal kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

