Xanima Yekem û Balyozê Japonî li ser dermankirina kesên narkoman diaxivin
Kurdistan 07:26 PM - 2024-03-23
Ofîsa Çapemeniyê ya Xanima Yekem
Civînên Xanima Yekem a Iraqê
Xanima Yekem Şanaz Îbrahîm Ehmed li ofîsa xwe ya li Silêmaniyê pêşwaziya Balyozê Japonê li Iraqê Futoshi Matsumoto kir.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Dr.Brîar Reşîd endamê civata nûneran birêve çû, mekanîzma hemahengiya hevbeş û hewlên hikûmeta Japonê û hevkariyên wê di warê mirovî de hatin gotûbêj kirin.
Xanima yekem tekez kir ku Îraqî bi xemin ji bo xizmetguzariyên tendirustî, xwendinê û herwiha avakirina jêrxana aborî.
Xanim Şenaz Ibrahîm Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste xebatên mirovî yên rêxistin û ajansên Japonî berdewam bin, bi taybetî ku Îraq berî niha rûbirûyê êrîşên terorîstî bûye, ku bûne sedema bi hezaran qurbanî, awarebûn û koçberkirina malbat û penaberan û binpêkirina mirovî, bîrdarî û şaristaniyê. Wî got ku çareseriya van encaman pêdivî bi piştgirîya navneteweyî heye.
Xanima Yekem destxweşî li hewlên hikûmeta Japonê ji bo piştevanîkirina Iraqê di warê mirovî de kir û tekezî li ser giringiya piştevaniya Japonê ji bo avakirin û vekirina navendên dermankirin û avedankirina kesên bi madeyên hişber kir, da ku rê li ber belavbûna vê belaya metirsîdar bê girtin.
Di civînê de her wiha rêyên pêşxistina peywendiyên çandî, perwerdeyî û tendirustî hatin gotûbêjkirin, ji bilî pêşkêşkirina piştevaniyê ji penaber û awareyan re ji bo hêsankirina vegera wan bo deverên xwe.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Japonê ji xanima yekem re behsa pirojeyên ku welatê wî di warê perwerdeyê de pêk anîne, ji bilî alîkariyên wê ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê û başkirina rewşa kehrebê û her hewlek ji bo bihêzkirina hemahengiya di navbera du welatan de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

