Bangên Kurdistanî û navneteweyî ji bo lidarxistina hilbijartinan di roja diyarkirî de
Kurdistan 03:34 PM - 2024-03-21
PUKMEDIA
Hilbijartin
Partiyên Kurdistanî û derdorên navdewletî daxwaza lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 6.10.2024ê de kirin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî di rêza yekem de ye ji aliyên siyasî yên ku daxwaza lidarxistina helbijartinan di dema diyarkirî de kirine. tekez kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê baştirîn rê ye bo bihêzkirina demokrasiyê û derbaskirina vê qonaxê, kirîza li ser asta navxweyî û herêmê bi giştî.
Yekîtiya Nîştimanî: Nabe hilbijartin werin paşxistin
Bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî, polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiya û di civînê de helwêsta tund ya Yekîtî bo lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de û bêyî paşxistin dupat kir, ji ber ku ew rêya herî rast û tenê yeji bo nûhkirina pêvajoya demokratîk û rewatiya rêveberiyê li welêt.
Mekteba Siyasî tekez li ser wê yekê kir ku lidarnexistina hilbijartinan di roja diyarkirî de bi her behaneyekê be, paşveçûneke li ser rêya demokrasiyê di encamê de rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê dixe bin pirsiyarê û tekezî li ser wê yekê kir ku parastina pêkhateya me ji gefan û metirsiyan jî tenê bi vegera bo raya girseya gel û bijartina nûnerên wan dibe.
Civîna Mekteba Siyasî tekezî li ser wê yekê kir ku ezmûna zêdetir ji sê dehsalan ji Kurdistana azad bi qurbanîdana gelê Kurdistanê hatiye bidestxistin û divê bi rêya veguheztina demokratîk a desthilatê were parastin, da ku rêz û baweriya wê di civaka navneteweyî de were zêdekirin.
Tevgera Goran vegera li deng û vîna gel e
Tevgera Goran tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de kir û bi ti behaneyan neyên paşxistin û tekezî li ser pêwîstiya herêmê bi hilbijartinan kir.
Tevgera Goran di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ketiye destê PUKMEDÎA de ragihand: Bi rastî baştirîn bijarde ji bo Herêma Kurdistanê lidarxistina hilbijartinên şefaf û adil bi beşdariya hemû aliyan e.
Tevgerê amaje bi wê yekê jî kir: Hilbijartin divê daxwazên netewî, yasayî û sazî cîbicih bike û mafên rewa yên gelê Kurdistanê bi rêya saziyên rewa yên wek Parlamentoya Kurdistanê bên parastin.
Yekîtiya Îslamî: Divê hilbijartin di dema xwe de pêk werin
Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê piştrast kir ku ew piştevaniya lidarxistina hilbijartinên azad û dadmend yên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de dikin.
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî Xelîl Îbrahîm di belavokekê de ragihand: Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê hilbijartinan weke pêwîstiyeke niştimanî û mafekî gel dibîne û eşkere kir ku piştevaniya lidarxistina wê di roja diyarkirî de dikin.
Got jî: Li gor rêkeftina di navbera serokatiya herêma Kurdistanê bi hevkariya komisyona bilind a helbijartinan li Êraqê, ku li gor wê rêkeftinê roja helbijartinan hatiye diyar kirin, pêwîste helbijartinên parlemantoya Kurdistanê di 10ê Hezîrana bê de bên kirin.
UNAMI tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan dike
Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Êraqê, UNAMI di daxuyaniyekê de ragihand: Em bang li hemû aliyan dikin ku ji bo berjewendiya xelkê bixebitin û bigihin çareseriyan. Lidarxistina hilbijartinan di 10ê Hezîranê de pêwîst e.
Balyozxaneya Amerîkî: Hilbijartinên adil pêk tên
Balyozxaneya Amerîka li Êraqê di daxuyaniyekê de dibêje: Em daxwazê ji hikûmeta Êraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku helbijartin azad, dadmend, şefaf û pêbawer bin. Divê hemû welatiyên Herêma Kurdistanê di diyarkirina paşeroja xwe de xwedî deng bin.
Koma Dadweriya Kurdistanê: Em piştgiriya lidarxistina hilbijartinan dikin
Koma Dadweriya Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje: Em piştevaniya lidarxistina hilbijartinan di roja diyarkirî ya ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye ragihandin dikin û em hêvîdar in ku ti rêgir û astangî li pêşiya pêkanîna vê ezmûna demokratîk neyê danîn.
Hat gotin: Her înkarkirin û rawestana li pêşiya cîbicîkirina biryarên Dadgeha Bilind a Federalî dê Herêma Kurdistanê bixe ber pirsgirêk û kirîzên mezintir ku pêwîstiya me bi wan nîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

