Di derbarê mijara dabeşkirina mûçeyan de ji tîma wezîran a YNK zelalkirin
Kurdistan 02:39 PM - 2024-03-18
PUKMEDIA
Tîma Yekîtî di hikûmetê de
Tîma wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
li Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê dabeşkirina mûçeyên fermanberên Herêmê de daxuyaniyek belav kir û têde tekez
kir ku piştî civîna heftiya borî ya Encûmena Wezîran, daxwaz kir ku dest bi
dabeşkirina mûçeyên karmendan were kirin ji pereyê ku ji aliyê Bexdayê ve
hatiye şandin, û piştre daxwaz ji Wezareta Federalî ya darayî bike ku ew pereyê
mayî bişîne.
Li jêr nivîsa daxuyaniyê ye:
Ji raya giştî re zelalkirin
Di van çend rojên borî de nûçe, belavok û
belavokên ne rast derbarê mijara mûçeyan de hatin ragihandin û ji bo rastkirin
û gihandina rastiyan bi awayê xwe dûr ji bizava siyasî, me biryar da ku em van
her du xalan zelal bikin:
Yekem: Piştî civîna encûmena wezîran, tîma
wezîran a Yekîtiya Niştimanî daxwaz kir dest bi dabeşkirina mûçeyên ku ji aliyê
Bexdayê ve hatiye şandin bike, ji ber ku hemwelatî nêzîkî cejnê bûne û li benda
wergirtina mafên xwe ne. piştre ew pereyê mayî ji Wezareta Darayî ya Federalî
bixwazin û hinek ji wan jî Partiya sereke ya hikûmetê li dijî nêrîna me axivîn
û tiştê ku berevajî vê gotinê me hatiye kirin ne raste û li pişt wê arman û
bazariyên siyasî hene.
Duyem: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wek
tîmeke hizbî û hikûmî siyaseteke nerm li gel hemû aliyên navçe û Êraqê dişopîne
û hevsengiyê diparêze ji bo parastina aramiyê û dabînkirina mafên gelê
Kurdistanê ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û nûneratiya emanetê di
stûyê me de ye û ti carî kar nekiriye ku peywendiyên di navbera aliyên
Kurdistanî û Êraqî de lihev bixin ji ber bidestxistina postên taybet. Ji ber wê
jî ew kesên ku di vî warî de kar dikin, bûne sebebê negihîştina rêkeftinê û têkbirina
peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de û di encamê de welatiyên Kurdistanê
dibin qurbaniyên vê siyaseta şaş.
Di dawiyê de em dibêjin: Di vê meha pîroz û gel
nêzîkbûna Cejna Remezanê, me hêvî kir ku em hemû têbikoşin li şûna çêkirina û
belavkirina daxuyaniyên şaş , ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku ev 10 sal in
berdewam dike wek tê xwestin, mûçeyên karmendên me nayê dayîn, rast e bêhna
hevwelatiyên Kurdistanê dirêj in, lê ev yek nayê paşguhkirin û mafên wan nabê
were paşguhkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

