Bexda li ser bidawîkirina dosya awareyan û girtina kampan cidî ye
Kurdistan 01:13 PM - 2024-03-18
PUKMEDIA
Koçber
Proseya vegerandina
malbatên aware ji kampên Herêma Kurdistanê bo deverên xwe berdewam e, û
hikûmeta Êraqê asankariyên pêwîst ji bo vegerandina malbatên aware dabîn dike,
di heman demê de endamekî Komîteya Koç û Koçberan a Parlamentoya Kurdistanê
tekez dike ku hikûmeta federal bi cidî ye li ser vê mijarê û dê di dawiya
Tîrmeha bê de hemû kampên awareyan bên girtin.
Vegera malbatên koçber berdewam dike
Di vê derbarê de endama Komîteya Koç û Koçberan Ronzî Ziyad ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Pêvajoya vegerandina malbatên aware bo deverên xwe berdewame û li wir bi dayîna alîkariyên darayî, alîkariyên kelûpel û pêwîstiyan ji bo peydakirina aramiyê tên piştevanîkirin.
Ronzî Ziyad got jî: Hikûmeta federal biryar dabû ku di dawiya meha Hezîrana bê de kampên awareyan li Herêma Kurdistanê bigre, lê ew prose bo dawiya meha Tîrmehê paşxist, daku xwendekarên awarebûyî ku xwendina xwe biqedînin. tekez kir ku ti metirsî li ser deverên awarebûyî nemane û niştecihên wan dikarin bi ewlehî jiyana xwe ya asayî berdewam bikin.
Endamekî Komîteya Koç û Koçberan diyar kir ku serokwezîrê federal Mihemed Şeya El-Sûdanî di serdana xwe ya çend rojan berê ya bo navçeya Şingalê de tekez kir ku hikûmet bi ciddî ye ku hemû awareyan vegerîne û dê hemû pêdiviyên wan peyda bike ji bilî nûavakirina deverên wan û bal kişand ku "ev alîkariyên hikûmetê awareyên ku li derveyî kampan li bajar û bajarokan dijîn jî digre, eger ew bixwazin vegerin deverên xwe.
Biryareke ku ji bo her kesî ye û di dema xwe de pêk tê
Wezareta Koç û Koçberan di hikûmeta federal de bi berdewamî tekez kiriye ku gavekê ber bi cîbicîkirina biryarên Encumena Wezîran ya Federalî ya derbarê vegerandina awareyan bo deverên xwe ve bavêjin , ji ber ku planek ji bo bi temamî girtina kampan heye di dawiya tîrmeha bê de, û wezaret bi piştgiriya Encumena Wezîran dê asankariyên pêwîst ji bo vegera malbatan peyda bike.
4 milyon dînar, erkdarkirin û bikarkirina bêkaran
Wezareta Koç û Koçberan a li hikûmeta federal pêşdebirina cîbicîkirina biryarên Encumena Wezîran a Federalî ya derbarê vegerandina koçberan bo deverên xwe piştrast kir. Li belavoka ku ketiye destê Malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) ku planek heye ku di dawiya Tîrmeha bê de kampên koçberan bi temamî bên girtin û wezaret bi piştevaniya Encûmena Wezîran dê pêdiviyên pêwîst dabîn bike ji bo vegerandina malbatên koçber.
Feydeyên ku hikûmeta federal ji awareyan re dabîn dike, terxankirina 4 milyon dînar bi awayê çêk ji bo her malbatek ku ji awarebûnê vedigere ku bi taybetî li kampên awareyan li herêmê dimînin, û hemû wezaret û parêzgehan ji sedî ji (% 2) ji girêbestên kesên vedigerin re, dê bernameyeke taybet were destpêkirin bi taybet bo û erkdarkirina Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ku wan di bernameyan de bihewîne (mûçe, alîkariyên parastina civakî,û deynên nerm ji bo bêkaran bê faîz) wekî îstîsna ji kontrolê.
Li herêmê 24 kamp û 32 hezar malbatên koçber heneWezareta Koçberan a Federalî berî niha ragihandibû: Wezaretê hemû kampên awareyan li hemû parêzgehan ji bilî kampên Herêma Kurdistanê girtine, kampên mayî jî ji bo awareyan li Êraqê ku (24) kampên tenê li Herêma Kurdistanê ku nêzîkî (32) hezar malbat tê de dijîn piştî êrîşa DAIŞê di Hezîrana 2014an de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

