Dahata Silêmaniyê ya hefteya borî zêdetirî 1 milyar dînar e
Kurdistan 10:24 AM - 2024-03-15
PUKMEDIA
Daşbordî Şefafiyet
Dahata Silêmaniyê ji 9-3-2024 heta 15-3-2024, bi qasî 1 milyar û 586 milyon û 545 hezar û 600 dînar e ku hemû dahat bi pere ye.
Malpera Şefafiyet ya çavdêrî û rêkxistina dahatên neneftê yên Silêmanî, Helebce û her du îdareyên Raperîn û Germiyanê dahata heftane 1 milyar û 586 milyon û 545 hezar û 600 dînar ragihand, dahata giştî %100 dirav û %0 jî bi awayê çeq û pîvan e.
Qubad Talebanî pêşengê Zelalbûnê ye di dahat de
Piştî 30 salên desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 15.12.2022ê projeyek ji bo şefafiyeta hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û Rêveberiyên Germiyanê û Raperînê ragihand ku di vî warî de yekemîn e li Kurdistan û Iraqê bi giştî.
Ev proje di nav derdorên Kurdistanê de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û daxwaz kirin ku ew proje bi giştî were kirin û ji hemû herêmên Kurdistanê ku îthalata neftê lê heye jî hebe.
Qubad Talebanî di axaftina xwe ya li ser ragihandina projeyê de got: “Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinardekirina neftê ye.”
Pêwîste Zelalbûn bibe malê hemû Kurdistan
Got jî: Zelalbûn bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareya Raperîn û Germiyanê dihewîne, ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tomarkirin daku her kes li her demê hûrgilîyên wan hinardekirinê bibîne bi rêya malpera shafafiat.com.”
Cîgirê serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev bîr û hizra hanê derketiye holê ji ber ku şefafiyet bingeha bingehîne ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hemwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra girînge hûn lê binêrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

