Lezkirina mûçeyên elektronîkî yên fermanberên Kurdistanê
Kurdistan 09:26 PM - 2024-03-12
PUKMEDIA
Dadgeha Federal
Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hemahengiyê li gel Wezareta Darayî ya Iraqê bike ji bo dayîna mûçeyên fermanberan bi awayekî elektronîkî û got: “Biryara Dadgeha Federalî ew e ku mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nakokiyên siyasî dûr bixe.’’
Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Iraqê re hemahengiyê bike
Dadgeha Federal a Iraqê di daxuyaniyekê de wiha got: "Peywira elektronîkî ya mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîstî bi dem û erkê hevahengiya ligel Wezareta Darayî ya Iraqê heye û armanca biryara Dadgeha Federalî jî garantîkirina mafên mûçeyên karmendan û pêkanîna dadmendiyê ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev proses pêwîstî bi dem heye û divê her du wezaretên darayî yên Iraq û Herêma Kurdistanê bilez ji bo bidawîkirina proseyê û mûçeyên wan fermanberan ku ji ber sedemên teknîkî mûçeyên wan ên meha Adarê bi rêya elektronî nehatiye temamkirin."
Harem Kemal Axa: Divê mûçeyên Kurdistanê dûrî nakokiyên siyasî be
Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Harem Kemal Axa ji PUKMEDIA re ragihand: “Biryarên Dadgeha Federalî diyarker in, lê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevkariyê bikin û ji bo cîbicîkirinê hêsankariyê bikin ji bo ku xebatkarên herêmê mexdûr nebin.’’
Serokê Fraksiyona YNKê li Civata Nûneran got: “Biryara Dadgeha Federalî dûrxistina mûçeyên fermanberên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nakokiyên siyasî û niştimanîkirina wan e û çareseriyeke bingehîn e ji bo vê pirsgirêkê ye.’’
Dadgeha Federalî ya Iraqê pêştir biryar dabû ku Wezareta Darayî ya Iraqê bêyî hesabê bankê ji bo mûçeyên meha Adarê yên karmendên Herêma Kurdistanê ti pereyan neşîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

