Ji (Bavê Rênas) bo şaneyên Brûsk... di salvegera rizgarkirina Hewlêrê de ku tu carî zilmê qebûl nake
Kurdistan 10:25 AM - 2024-03-11
PUKMEDIA
Parêzgeha Hewlêr
Di
çarçoveya serhildana girseyî ya gelê Kurdistanê ya li dijî neheqî û dîktatoriya
rêjîma Sedam Beis, 33 sal berê di vê rojê de gelê Hewlêra paytext bi pêşengiya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serî hilda. û di demeke kin de bajar rizgar
kirin.
Piştî ku di
5ê Adara 1991ê de li navçeya Raniyeyê bi serpereştiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê agirê serhildana pîroz destpêkir, proseya berfirehkirina hemû bajar
û bajarokên Herêma Kurdistanê dest pê kir û di 11ê Adarê de ala Azadî gihişt
Hewlêrê, ku xelkê wê li dijî neheqî û zulmê rabûn û bi lehengiya xwe karîbûn di
demeke kurt de bajêr paqij bikin.
Têdikoşin ji bo xizmeta gelDi vê derbarê de Kosret Resûl Elî di daxuyaniyekê de tekez li ser vê yekê kir ku, ew serbilinde ku di wê demê de Eniya Kurdistanê erkê azad kirina Hewlêrê bi destê xwe ve spartiye û tekez li ser vê yekê kir ku, Hewlêr bajarekî zindî ye û wê her we be û ti carî neheqî û zulm qebşl nake.
Kosret Resûl got: Em vê rojê bi bîr tînin, em tekez dikin ku heta niha hemû armancên me bi cih nehatine û ji bo bidestxistina armanc û daxwazên ku heta niha nehatine bidest xistin, divê têkoşîn berdewam be û em destê xwe bidin hev. xizmeta girseya gelê Kurdistanê bikin û destkeftên xwe biparêzin.
Banga birêz Kosret Resûl ElîÇirûska serhildanê bi banga serkirdeyê rizgarkirina bajarê Hewlêrê, têkoşer birêz Kosret Resûl Elî (ji bavê Rênas bo şaneya Brûskê, em nêzîkî we ne, dest bi xebatê bikin) derket. Serhildana li Hewlêrê dest pê kir û bajar ji Beisê û gemara wê hat paqijkirin.
Birêz Kosret Resûl Elî dibêje: Ji bo rizgarkirina Hewlêrê me weke erkekî dîrokî hat erkdarkirin û bi beşdarbûna xelkê qehremanên Hewlêrê, şervan, rêxistinên bi dizî, şaneyên çekdar û qehremanan û Pêşmerge me di demeke kêm de bajar rizgar kir, bi cîbicîkirina vê erkê mezin me karî dîrokê binivîsin û li ber kelê pîrozbahiya serkeftinê kirin.
Bicihkirina Hêzên Pêşmerge
Rojek beriya azadkirina bajarê Hewlêrê, Hêzên Pêşmerge yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li nêzîkî pira Hîzob bi cih bûne, ku hêzên ku amadekariya rizgarkirina Hewlêrê dikin, li ser du beş hatine dabeşkirin, ya yekem bi serokatiya birêz Kosret Resûl Elî bû û ya duyem bi serokatiya Burhan Seîd Sûfî bû, û di 11/3/1991ê de hêz ber armancên xwe ve çûn û karîn hemû navçe rizgar bike û kete paytextê û li berdem kelehê şahî lidarxist.
Yekîtiya Niştîmanî endezyarê serhildanê ye
Serokê
Encûmena Piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hecî Masîfî derbarê
serhildana bajarê Hewlêrê ji PUKMEDIA re got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê endezyarê
serhildanê ye û kariye hêzên Kurdistanî di bin sîwana serhildanê de kom bike û
ji bo rizgarkirina Kurdistanê amade bikin.
Got jî:
azadkirina Hewlêrê ne asan bû, ji ber ku piraniya baregehên Seddam li Hewlêrê
bûn, lê me karî bi rêya deste û şanên çekdar ên Brûsk û rêkxistinên xwe,
bernameyeke durist jibo azadkirina Hewlêrê hazir bikin.
Got jî: Her
çend hin hêz henekê xwe bi hizra Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikirin, lê
Yekîtî karî bi hevkariya girseyên gelê Kurdistanê agirê serhildanê geş bike û
hemû navçeyên Kurdistanê azad bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

