Avakirina Komîteya Bilind a Asayîşa Hilbijartinên Kurdistanê
Kurdistan 04:30 PM - 2024-03-09
Arşîv
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê bi biryara Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Komîteya Bilind a Asayişa Hilbijartinan hat avakirin û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî bi nûnertiya dadwerekî ku endamê desteya komîsyonê ye, di wê komîteyê de cih digire.
Di vê derbarê de, Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Cumana El-Gelayî di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya PUKMEDIA re ragihand: “Bi biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, komîteya Bilind Asayîşa a Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan hat avakirin û Komîsyona Hilbijartinan jî ji aliyê dadwer Amer Mûsa El Huseynî ve tê temsîlkirin.”
Komîteya Asayişê aramiya hilbijartinane
Derbarê erkên Komîteya Asayişê de jî, Cumana El-Geleyî eşkere kir ku: Komîteya Bilind a Asayişê ewlekarî û aramiya proseya hilbijartinan diparêze û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi hêsanî, asan û aramî birêve diçe ku Karê komîteyê "ewlekirina ofîsên hilbijartinê li parêzgehan, navendên tomarkirinê, embar û navendên ewlehiyê ye."
Berdevka Komisyonê her wiha got: "Parêzî û asayîşa dengderan di roja dengdanê de jî yek ji erkên Komîteya Bilind a Ewlekariya Hilbijartinan e û di derbarê embaran de jî erka wan ew e ku malzemeyên hilbijartinê yên tê de hene, ewle bikin wekû alavan, form û malzemeyên girêdayî hemû pêvajoya hilbijartinê bişînin."
Zêdeyî 90 hezar kartên biyometrîkBerdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Cumane El-Geleyî di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Kertên dengdanê li Herêma Kurdistanê ji kanûna duwem 2024 heta 6 meha adarê li ser welatiyên Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin.92 hezar û 514 kertên biyometrîk, li Hewlêrê 17 hezar û 317, li Duhokê 17 hezar û 17 û li Silêmaniyê 58 hezar û 180 kertên biyometrîk.
Hejmara dengdêrên nû tomarkirî
Cumene El-Geleyî dibêje: Li Herêma Kurdistanê ji 1ê Şibata 2024ê heta 5ê Adara 2024ê hejmara dengderên nû yên tomarkirî 109 hezar û 188 dengderên biyometrîk, li Hewlêrê 54 hezar û 199, li Duhokê 24 hezar û 347 û li Silêmaniyê jî 30 hezar û 472 dengder hene.
Hejmara hemwelatiyên mafê dengdanê di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de 3 milyon û 789 hezar û 360 welatî ye.
Komîsyon di amadekariyên xwe de berdewame
Cûmana El-Geleyî dibêje: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan amadekariyên xwe berdewam dike ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî (10.06.2024) li gorî pîvanên navdewletî.
Wê got jî: dawîn roja tomarkirina biyometrîkî ya dengderan li Herêma Kurdistanê, bidawîhatina dema karê fermî ye li 10/3/2024, bi mebesta tomarkirina hemû zanyariyên dengderan li herêmê û derfetek berfirehtir bo beşdarbûna di hilbijartinên parlamentoyê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

