Bo beşdarbûna partiyan di hilbijartinan de hewce dike ku kongre were lidarxistin

Kurdistan 06:01 PM - 2024-03-06
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê PUKMEDIA

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteyên navên partiyên beşdar di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan re şand, ku tê de navên 39 partî û pêkhateyên siyasî yên ku hevrikiyê ji bo bidestxistina 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li çar navçeyên hilbijartinan dikin hene. 

Li gor zanyariyên ku ketine destê PUKMEDIAyê, dema kampanyaya hilbijartinan dê 28 rojan be û heta niha ti hevpeymaniyeke siyasî nehatiye tomarkirin, Iraq herwiha diyar kiriye ku kongre ji bo aliyên beşdar di hilbijartinan de were lidarxistin.

Partiyên qeydkirî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin

Dr. Heman Tehsîn Hemîd Rêveberê Giştî yê Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Li Herêma Kurdistanê got ew partiyên  qeyda wan heye, mafê wan heye beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.”

Lîsteyên partiyan girîng in

Dr. Heman Tehsîn Hemîd tekez kir:"Kampanyayên hilbijartinan bi gelemperî mehek beriya hilbijartinan pêk tên û li gorî dema karkirinê dibe ku kêm yan jî zêdetir bin. Lîsteyên ku li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin tenê 39 partiyan hene û ev jimar dibe ku were guhertin. "

Got jî: ev lîste gelek giringin bo bi fermî diyar kirina hijmara partîyên pişikdar di helbijartinên perlemanê Kurdistanê da, herwesa partîyên me jî li cem me tomarkirîne û mafê wane beşdarî helbijartinan bibin, lewra dê guhertinek di helbijartinan da bê kirin ya hejmara partiyan."

Dirêjkirina dema qeydkirina biyometrîk

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Cumana El-Geleyî di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Lijneya Komisyonan biryar da ku bernameya listê hilbijartinan parlamentoya Herêma Kurdistanê ya sala 2024an pesend bike.”
Wê got jî: Komîsyon li ser karê xwe berdewam e ji bo lidarxistina hilbijartinên parlemana herêmê di roja diyarkirî de (10ê Hezîrana 2024) li gor pîvanên navdewletî.

Berdevka Komisyonê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dawî dawîn ji bo tomarkirina biyometrîkî ya dengderan li herêmê 10/3/2024 bi dawî hatina dema fermî ya kar e, bi mebesta tomarkirina hemû daneyên dengderan li herêmê û derfeteke berfirehtire  ji bo beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.”

4 navçeyên hilbijartinê û dabeşkirina kursiyan

Cumana El-Gelayî dibêje: “Herêma Kurdistanê li ser çar navçeyên hilbijartinan hatiye dabeşkirin, Paregehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce û 34 kursî bo Hewlêrê, 38 kursî bo Silêmaniyê, 25 kursî ji bo Dihokê û 3 kursî bo Helebce.”


Her du partiyên siyasî tifaqekê çêdikin

Berdevka komisyona bilinda serbixwe ya helbijartinan dibêje: “Tomar kirina hevpeymaniyan ji (5/3/2024) ve hatiye vekirin û heta (14/3/2024) berdewam dibe û nayê dirêj kirin û tomarkirin li baregeha navendê tê kirin li Dezgeha Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî li Bexdayê û li dezgehên hilbijartinan.” Li parêzgehên herêmê mafê du partiyên siyasî heye ku hevpeymaniyê pêk bînin û lîsteyên namzedên xwe ji bo beşdariya di hilbijartinan de pêşkêş dikin. Li her navçeyekê yek lîste ji namzedan pêşkêş dikin û partî nikarin li yek navçeyekê zêdetir ji yek tifaqê beşdar bibin.

Wê got: “Komîsyonê 5 milyon dînarên Îraqî ji hevpeymaniya siyasî werdigire, ku nayê vegerandin, weke xercê xizmetguzariyê di berdêla tomarkirinê de, divê aliyên siyasî çavdêriya komîsyonê bikin daku forma daxwaza tomarkirina hevpeymaniyê werbigirin ji bo mûçeyek yekcar 1 milyon dînarê Iraqî, nayê vegerandin.”

13 partî Kongreh  nekirine

Li gorî şopandina PUKMEDIA'yê, di lîsteya Wezareta Karên Hundir a hikûmeta herêmê de 39 partî hene ku 13 ji wan kongreh li dar nexistine, ev yek ji şertên Wezareta Navxwe ya Federal e ji bo beşdarbûna partiyên siyasî di hilbijartinan de.

Berpirsê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Silêmaniyê Amanc Ezîz di daxuyaniyekê de derbarê vê dosyayê de ji YNKê re ragihand: “Aliyên  ku bi mebesta beşdariyê di civîna şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bike, divê navê xwe xwe tomar bike li Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî li Bexdayê yan jî li gel Wezareta Navxwe ya Herêmê.”

Got jî: li gor rênimayên fermangeha karubarên hizbî li Îraqê, alîyên ku dixwazin beşdarî hilbijartinan bibin, divê kongeya  giştî ya partîyê lidar bixin û xwedan ofîsa sîyasî yan serkirdayetî bin, lê şert û mercên wezareta navxwe li Herêmê bo Partiyên ku beşdarî hilbijartinan bibin cuda ne."

Mercên berbijarê Parlamentoya Kurdistanê

Cûmana El-Geleyî dibêje: “Pêwîste namzedê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hemwelatiyê Herêma Kurdistanê û xelkê wê navça ku tê de namzed e û temenê wî bîst û pênc sal be û di xwendinê de şareza be, nivîsandin, sûcên li dijî namûs, exlaq û wefata giştî  nekiribe û ji ber sûcekî cezayê girtîgehê lê hatiye nehat be birîn.” Eger  bi qestî kesek kuşt û beşdarî tawanên ku ji aliyê rejîma hilweşiyayî ya Baasê ve li Herêma Kurdistanê kirinenikare beşdar bibe.”

Mercên vekişînê

Cumana El-Gelayî dibêje: “Partî yan rêxistineke siyasî mafê wê heye ku berî bidawîhatina dema pêşkêşkirina lîsteyên namzedan ji hevpeymaniya siyasî ya tomarkirî vekişe û hevpeymanî di navbera aliyên girêdayî wê de bimîne. Eger tenê ji du partiyan pêk were û yek ji wan vekişe, tê hilweşandin. Vekişîna her partiyek ji hevpeymaniyê li ser daxwaza serokane.”

Hejmara kartên biyometrîk

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dibêje: “Kertên dengdanê yên li Herêma Kurdistanê ji 1ê Kanûna Pêşîn a 2024 heta 29ê Sibata 2024ê 81 hezar û 704 kertên biyometrî, li Hewlêr 16 hezar û 511, Dihok 14 hezar û 179 û 14 biyometrîk li Silêmaniyê, li ser welatiyan hatine dabeşkirin. ” 
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket