Serok Bafil: Divê Kerkûk ji nakokiyên neheq dûr be
Kurdistan 01:55 PM - 2024-03-06Serok Bafil û Musene Semarayî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê
bi Serokê Hevpeymaniya Ezim Musene Samerayî re civiya.
Di civînê de behsa destnîşankirina parêzgar û serokê encûmena parêzgeha
Kerkûkê hate kirin û tekezî li ser diyalog û hemahengiya di navbera aliyên
serketî de ji bo temamkirina rêkarên yasayî û gihîştina bi encameke ku daxwazên
hemû aliyan pêkbîne hat kirin.
Herwiha di civînê de tekezî li ser kûrkirina yekrêzî û pêşxistina çanda pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhate û pêkhateyên Kerkûkê de hate kirin, her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku rêveberiya nû ya bajêr bibe nimûneyeke bilind a serkeftin û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û Êraqê.
Serok Bafil Celal Talebanî rewşa Kerkûkê û taybetmendiyên bajêr rave kir. Birêvebirina Kerkûkê ber bi avakirinê û xizmetkirina xelkê wê ve girêdayî ye bi pabendbûna bi encaman, dûrketina ji tirsê û ruhê tolhildanê nabe mezinahiya Kerkûkê û rûmeta xelkê wê bibe qurbanê nakokiyên nedadperwerane di navbera aliyan de.
Mijara Encumena Nûneran û hilbijartina Serokê nû yê Encûmenê mijareke
dinê civînê bû, ku her du alî tekezî li ser berdewamiya diyalogê bo
çareserkirina pirsgirêkan kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09
zêdetir tamaşe bike
Êraq 01:51 PM - 2024-05-12 Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
06:33 PM - 2024-05-11
Giliyek pêvajoya demokrasiyê têk dide
03:48 PM - 2024-05-11
Dadgeha Federal dê 3 giliyên li dijî Kurdistanê guhdarî bike
11:13 AM - 2024-05-11
Li hember zilma li ser cotkarên gundê Palkana bêdeng nemînin
10:02 PM - 2024-05-10
zortrin xwendraw
-
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
Êraq 01:51 PM - 2024-05-12