YNKê di gilînameya xwe de daxwaza rakirina kursiyên kota nekiriye

Kurdistan 04:50 PM - 2024-03-04
Saadî Ehmed Pîre  PUKMEDIA

Saadî Ehmed Pîre

YNK

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di salvegera serhildanê de wiha got:“YNK’ê ji destpêka serhildana mezin ve her tim di xizmeta gelê Kurd de ye û got:“Serok Bafil tekezî li ser yekrêziya partiyan kiriye.” YNK’ê di giliya xwe ya ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê de behsa rakirina kota [Kursiyên Pêkhatan] nekiriye.’’

Bêyî Pêşmerge serhildan bi ser nediket
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de derbarê helwesta YNKê li ser çend mijaran got;“Îro salvegera serhildana mezin a gelê Kurd e, ku kilîda hemû serkeftin û pêşkeftinên gelê Kurd bû û bû bingeha serhildana parêzgehên Iraqê,bêyî beşdarbûna Pêşmerge sernedikeft, ku beşdarên sereke bûn û YNK di hemû qonaxan de di xizmeta gelê Kurd daye.”
Pîra wiha got: "Pêşmerge bûye bingeha azadkirina hemû saziyan û bê şerm e ku mirov bi gotinên ne di cih de behsa hêzên Pêşmerge bike. Pêşmerge û xwîna şehîdan bûne bingeha vê azadiyê."
Yên ku diqîrin ne nûnerên rast ên pêkhatane
"YNK'ê di gilînameya xwe de behsa rakirina kota  nekiriye. Ya YNK'ê dixwaze ew e ku ti aliyek ji bo berjewendiyên xwe komînan li dijî partiyeke din nede. Divê hemû alî beriya hilbijartinan pirsgirêkên komînan çareser bikin û  bila bibin nûnerên xwe ên rast û ji bo rojeva partiyên din nexebitin, diyar e ku yên tên û diqîrin ne nûnerên rastî yên wan in.’’Got
Serok Bafil  tekezî li ser yekîtiyê kir
Her wiha got: Îro Serok Bafil tekezî li ser yekrêziya aliyên navxwe kir û pêwîste em zêdetir peywendiyên xwe li gel Iraqê birêxistin bikin û di bin sîwana destûrê de bicivin, ku dê pêgeha Herêma Kurdistanê zêdetir bihêztir bike.’’
YNK ji bo hilbijartinan amade ye

Di derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de jî got:“YNK ji bo hilbijartinan amade ye û dema me ya guncaw heye ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û YNK jî ji ti hêzên nû natirse ku beşdarî hilbijartinan bibin.’’

Pîra her wiha got: “Pêwîste hemû alî li dîroka xwe binêrin û ew ziyanên ku me heta niha di desthilatê de kirine dubare nekin, divê aliyên navxwe pirsgirêkên me di nav xwe de çareser bikin û rê nedin ku ew bigihe Bexdayê.’’

Divê parêzgarê Kerkûkê kurd û YNK be
Her wiha got: YNK amadeye li gel aliyên din rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê birêve bibe û her partiyek ku di hilbijartinan de piraniya dengan bidest bixe dikare daxwaza her postekê bike, ji ber wê jî divê parêzgarê Kerkûkê kurd û YNK be.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket