Tirkmen pesna biryara Dadgeha Federal derbarê kursiyên kotayan de dide
Kurdistan 09:54 AM - 2024-02-28
PUKMEDIA
Ebdul Basit Xalid
Serokê Encumena Siyasî ya
Tirkmenan li Hewlêrê tekez kir, ew kesên ku daxwaza terxankirina kursiyên
kotayan li ser navê Tirkmenan li Parlamentoya Kurdistanê dikin, bi rastî
nûneratiya pêkhateya Tirkmen nakin, belku ji aliyê aliyekî taybet ve ji bo
armancên siyasî tên bikaranîn.
Tirkmen pesna biryara Dadgeha Federal didinSerokê Encumena Siyasî ya Tirkmenan li Hewlêrê Ebdulbasêt Xalid di hevpeyvîneke taybet ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA de ragihand: Biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Êraqê bo betalkirina terxankirina kursiyan. Ji pêkhateyên li Parlamentoya Kurdistanê re, biryarek e ku bi yasayê re hevaheng e û em wek tirkmen pesnê wê didin, ji ber ku ew biryar li dijî pêkhateyeke diyar nebûye.
Got jî: Çawa ku Kurd li Êraqê neteweya duwem in û ne hewce ne ku di parlementoya Êraqê de kursî ji bo wan bên terxan kirin, Tirkmen jî pêkhateyek xwezayî ya herêmê ne û ne hewceye ku kursî ji bo wan li parlementoya Kurdistanê bên terxan kirin. û ew kesên ku bi navê tirkmenan daxwaz dikin ku kursî ji wan re bê terxankirin, nerîna pêkhateya tirkmenan nakin û armanca wan ew e ku berjewendiyên takekesî û hizbî pêk bînin.
Bi karanîna kursiyên pêkhateyan ji bo armancên siyasîSerokê Encumena Siyasî ya Tirkmenan li Hewlêrê tekez kir û got: Ew kesên ku bi navê pêkhateya Tirkmen di Parlamentoya Kurdistanê de bûn, ji aliyê partiyeke siyasî ve ji bo bidestxistina destkeftên siyasî û xirabkirina navê pêkhateyê hatibûn bikaranîn. Tirkmen pêkhateyeke resen ku bi sedan sal in li Hewlêrê heye û em rê nadin mafên me bên binpêkirin û got: Wî eşkere kir û got: “Eger Tirkmen di çarçoveya hevpeymaniyeke yekgirtî de beşdarî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, dê hejmareke mezin ji kursiyan bi dest bixin, ku bê guman bi rastî nûneratiya pêkhateya Tirkmenan dike, dûr ji bindestî û girêdayîbûna bi her partiyekê re. Hin siyasetmedarên tirkmen dixwazin helwestên xwe ji bo berjewendiyên hin partiyan bi kar bînin.
Faktorek ji bo hezkirin û pêkvejiyanêEbdilbasêt Xalid dibêje: Em hêvîdar in ku biryara Dadgeha Federalî bibe fakterek ji bo hemahengî û xurtkirina pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyan de û divyabû ku me lihev bikra û em neghşîtibana wê astê ku me bighîne Dadgeha Federal.
Got jî: Aliyek heye ku li ser hin xalan îsrar kiriye û li gel aliyên mayî li ser dabeşkirina dadperwerane ya kursiyên pêkhateyan razî nebûye û îsrara wê li ser bikaranîna nûnerên kêmîneyan li parlamentoya Kurdistanê li gor berjewendiyên xwe bûye sedem ku mijar bighîne vê astê. divê hêsirên tîmseh li ser berjewendiyên pêkhateya tirkmen nerijin, belkî divê partiyên tirkmen di nava xwe de bibin yek û bêguman dê zêdetir ji kursiyên ku ji wan re hatine terxankirin bidest bixin, lê mixabin. hinek berpirsên tirkmen bi partiyeke siyasî ya Kurdistanê ve hatine girêdan.
Em rê nadin ti kes û aliyek mafên me ji destê me bigrinEbdulbasit Xalid dibêje: Partiyên Kurdistanî ji bo terxankirina kursiyan ji bo pêkhateyan û ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî bikartînin û wek hûn jî dizanin nûnerên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê bikartînin.
Got jî: Em di Encûmena Siyasî ya Tirkmenan de rê nadin ti kes navê pêkhateyan bi taybet pêkhateya Tirkmen ji bo berjewendiya aliyên siyasî bikarbîne û her aliyek turkmen ku berevaniyê li mafên neteweya xwe neke, emê li hembeê rawestin, em giringiyê nadin kursiyên kota, belku berjewendiyên hêzên xwe diparêzin û divê aliyên siyasî yên Tirkmenli hev bikin û ji bo berjewendiyên netewî kar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

