Talebanî ji şandeke Almanî re: Metirsiya terorê hîn giran e
Kurdistan 05:30 PM - 2024-02-27
PUKMEDIA
Talebanî li gel şandeke leşkerî ya Almanyayê civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Almanyayê bi serokatiya fermandarê hêzên almanî Wolf Alexander Hamp kir.Di civînê de behsa çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û çendîn mijarên din ên balkêş hatin kirin.
Di civînê de ku roja sêşemê (27.02.2024) li Hewlêrê û bi amadebûna Benjamin Hanna Cîgirê Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê û Daban Şadala Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Kurdistanê hat lidarxistin, Cîgirê Serokwezîr spasiya alîkariya leşkerî ya Almanyayê kir û got: "Metirsiya terorê hîn jî metirsiyeke cidî ye û komên terorîst li derfetekê digerin ji bo ji nû ve birêxistinkirin û bêîstiqrarkirina herêmê, ji ber vê yekê divê em hertim hemahengî û hevkariyê bikin ji bo jinavbirina van metirsiyan,"
Mijareke din a hevdîtinê jî çawaniya pêşdebirina reformên Wezareta Pêşmerge bû. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî tekez li ser berdewamiya proseya çaksaziyê weke ku hatiye plankirin, berdewam bike heta ku Herêma Kurdistanê bibe xwedî hêzeke pispor a bihêz û perwerdekirî.
Di civînê de her wiha li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, biryarên Dadgeha Federalî û çend mijarên din nêrîn û raman hatin guftûgokirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

