Serokwezîr çavdêriya avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê dike
Kurdistan 12:25 PM - 2024-02-24
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serokwezîrê Iraqê li Kerkûkê bi aliyên serketî re dicive
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ligel aliyên serkeftî ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê hewlê xwe lez kiriye û endamekî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragihand:“Ji bo dabeşkirina postên îdarî yên Kerkûkê di navbera aliyên serkeftî de ti rêkeftinek nîne, lê nêzîkbûneke baş di navbera aliyan de heye.’’
YNK destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê wek mafê xwe dibîne
Berpirsê navenda YNKê li Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd ji PUKMEDIA re ragihand: “Weke ku me berê jî gotibû, YNK amade ye li gel partî û pêkhateyên Kerkûkê ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî bicive û li ser dabeşkirina postên parêzgehê li gorî şarezayên hilbijartinan gotûbêjan bike.’’
"YNK'ê ku li parêzgehê dengên herî zêde bi dest xistiye, mafê wê ye ku parêzgarê bajêr werbigire û aliyên din jî li gorî şarezayên xwe yên hilbijartinê, pişka xwe ji parêzgehê werbigirin û em hemû dikarin xizmeta xelkê Kerkûkê bikin." Wî got.
Di navbera partiyan de ti helwest nehatine diyarkirin
Gotinên dabeşkirina postên îdarî yên parêzgeha Kerkûkê di navbera partî û pêkhateyan de ne rast in û tê çaverêkirin ku di asteke bilind de rêkeftineke siyasî di navbera partî û pekhatan de were kirin.
Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ehmed Fatîh ji PUKMEDIA re ragihand: “Ew gotegotên dabeşkirina postan li parêzgeha Kerkûkê ku di hinek medyayê de belav bûne, dûrî rastiyê ne û em li benda encamên civîna serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û aliyên serketî yên parêzgeha Kerkûkê ne.’’
Fatîh got: “Pilan tê kirin ku heta avakirina rêveberiya bajêr, hevpeymaniyek ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî di navbera aliyên serkeftî yên bi serokatiya serokwezîrê Iraqê de bê avakirin û piştre hewl bê dayîn ku yekem civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê were lidarxistin.’’
Serokwezîr û partiyên serkeftî dê bicivin
Roja 21-2-2024, bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî, aliyên siyasî yên serkeftî yên Kerkûkê li Bexdayê civiyan û derbarê pêngava avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê , destnîşankirina parêzgar û serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê gotûbêj kirin ,li gor PUKMEDIA, biryare di 3-3-2024 de aliyên serketî yên Kerkûkê careke din li gel serokwezîr bicivin.
Tevî ku zêdetirî 2 mehan e hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê birêve çûne, lê aliyên parêzgeha Kerkûkê heta niha negihiştine rêkeftin ji bo avakirina rêveberiya bajêr, lê ji 15 parêzgehên Iraqê û Encûmenên parêzgehên Iraqê yekemîn civîna xwe li 13 parêzgehan hatiye li dar xistin û parêzgar destnîşan kirine.
Di hilbijartinên 16 û 18ê Kanûna 2023an de li 15 parêzgehan Iraqê hilbijartinên encumenên parêzgehên hatin encamdan, hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Iradeya me ye di navbera YNK û Komînîstan de pêk dihat li Kerkûkê bi 157 û 639 dengan hêza yekem e ji hemû komînan herî zêde deng li parêzgehê bi dest xist bi %43ê dengan li parêzgehê ye û pênc kursî bi dest xistine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

