Li hemû navend û dibistanan xebat ji nû ve dest pê kirin
Kurdistan 11:18 AM - 2024-02-20
Arşîv
Li Silêmaniyê perwerde ji nû ve dest pê kir
Mamostayên xwepêşander boykot şikandin û hemû navendên xwendinê yên li Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya parêzgeha Silêmaniyê vebûn û karê asayî yê dibistan û bexçeyan li her du dewreyên sibe û piştî nîvro dest pê kir.
Talebanî: “Emê daxwazên mamosteyan cîbicîh bikin
Duh beşek ji nûnerên mamostayên xwepêşander di civînekê de ligel cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û li ser sozên ku ji wan re hatine dayîn, biryara şikandina boykotê û berdewamiya proseya xwendinê dan, di bersivê de, Qubad Talebanî got: “Em dê li ser cîbicîkirina daxwazên wan yên rewa berdewam bin.’’
Piştî civînê Encumena Niştimanî ya Mamostayên Xwepêşander derbarê rawestandina boykotê de daxuyaniyek da û got: “Piştî hevdîtina çend nûnerên mamostayên nerazî ligel cîgirê serokwezîr, wî biryar da ku piştî serrastkirina yasaya bûdceya Iraqê, bilindkirina astê mamostayan li gorî salên kar, dê bên cîbicîkirin û mamostayên girêbestî bi qonaxan bên cîbicîkirin, herwiha li ser soza cîbicîkirina daxwazên din ên mamostayan dê berdewam bin û hemû hewlên xwe bidin.
“Em wek encûmena giştî li ber ronahiya biryar û sozên cîgirê serokwezîr ,weke derfeteke din a desthilatdariyê û ji bo saleke xwendinê winda neke, me biryara rawestandina boykotê da, eger biryar neyên cîbicîkirin, emê bi rûtîneke nû vegerin qadan.’’Hat gotin
Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê, malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA), li her 10 rêveberiyên Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê dîsa dest bi xwendinê kirin û deriyên navendên xwendinê ji xwendekaran re hatin vekirin ku 1300 dibistan û navend in.
Peyama mamosteyan hatSerokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: “Peyama mamostayan gihîştiye her kesî û dema destpêkirina xwendinê hatiye.’’
Li Silêmaniyê zêdetirî 700 hezar xwendekar hene
Zêdetirî 1.9 milyon xwendekar li Herêma Kurdistanê hene, ji wan zêdetirî 700 hezar xwendekar li parêzgeha Silêmaniyê ne, ku li ser 10 rêveberiyan hatine dabeşkirin, ji wan (Rêveberiya Perwerdeya Rojavayê Silêmaniyê, Rêveberiya Perwerdeya Rojhilatê Silêmaniyê, Rêveberiya Perwerdeya Çemçemal, Rêveberiya Perwerdeya Seyîd Sadiq, Rêveberiya Perwerdehiya Dukanê, Rêveberiya Perwerdehiyê ya Derbendîxanê, Rêveberiya Perwerdehiyê ya Şarbazher, Rêveberiya Perwerdehiyê ya Şarezorê, Rêveberiya Perwerdehiya Pêncwênê, Rêveberiya Perwerdehiyê ya Karadagê).
Niha li her 10 Rêveberiya dibistanan ji nû ve dest pê kirine û roj bi roj hejmara dibistanên ku ji nû ve dest bi dersê dikin zêde dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

