Cîgirê serokê Herêmê: Hilbijartinên Kurdistanê wê di Gulanê de be
Kurdistan 05:38 PM - 2024-02-08
PUKMEDIA
Cafer Şêx Mistefa
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê roja lidarxistina hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir û tekez li ser wê yekê kir ku hewlên
yekxistina hêzên Pêşmerge berdewam in.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cefer Şêx Mistefa îro pênşemê 8-2-2024ê
di konfranseke rojnamevanî ku PUKMEDIA jî ew dişopand de behsa mijarên
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê û
yekrêziya Hêzên Pêşmerge û ew aloziyên ku di rewşa niha de li navçê tê dîtin
kir.
Derbarê roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, Cefer Şêx Mistefa got: Li gorî desthilatên ku ji bo Serokê Herêma Kurdistanê hatine dayîn, eger pirsgirêk û astengî dernekevin, di Gulana bê de dê rojek ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.
Cîgirê Serokê Herêmê tekez kir ku gotûbêj di navbera hikûmeta
herêmê û hikûmeta federal de berdewam in, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên
di navbera wan de derketine, lê heta niha her du alî negihiştine çareseriyeke
radîkal ji bo van pirsgirêkan.
Derbarê pirsa yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî got:
“Ji aliyê Wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeyman ve rêkeftinek hatiye îmzekirin û
li gorî wê rêkeftinê, di çarçoveyeke diyarkirî de hêzên Pêşmerge dê bibin yek û
kar li ser berdewam e.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa Êraq û navçeyê kir û
got: Aloziyên niha ne tenê li Êraqê ye belku li tevahiya navçeyê ye û em li
dijî her rûbirûbûn û aloziyekê ne, ji ber ku. Pêwîstiya Welatiyên Kurdistan û Êaqê
bi ewlehî û aramiyê heye û şer û tundiyê red dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

