Pirsgirêka mûçeyan li Herêmê ber bi çareseriyê ve diçe
Kurdistan 01:16 PM - 2024-02-07
PUKMEDIA
Mûçe
Nûnera
taybet ya Emîndariya Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jeanine Hennis-Plasschaert pêşwazî
li biryara ya vê dawiyê ya pesendkirina diravî bo Herêma Kurdistanê kir, ji
aliyê xwe ve endama komîteya darayî ya parlementoyê tekez kir ku pirsgirêkên
darayî û mijara mûçe ber bi çareserkirinê ve diçin û em li benda guhartina
yasaya budçeyê ne.
Çareseriya mayîndetir ji bo bûdce û mûçeyên herêmê
Nûnera
taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jeanine
Hennis-Plasschaert di civînekê de li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand:
Nekokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî li ser mijarên darayî û bûdceyê
berdewam in. Digel ku dipejirîne ku gelek pirsgirêkên dijwar û teknîkî li ber
dest hene, ev yek vê rastiyê naguhêre ku di nebûna peymanek domdar de, ew
mirovên asayî ne ku zirarê dibînin.
Wê got jî:
Biryara vê dawîyê ya hikûmeta federal bo pesendkirina darayîya herêmê ji bo
meha Çile, li gorî bûdceya federalî ya sala 2024, bê guman bi ciyê pêşwaziyê ye.
Lê em dîsa piştrast dikin ku pêwîstiya me bi çareseriyek mayînde heye. Bi
gotineke sade: Eger em dixwazin aramiyê biparêzin, divê Herêma Kurdistanê ji bo
dayîna mûçeyên mehane yên karmendên hikûmetê, mehane pere werbigire.
Çareserkirina pirsgirêkên aborî
Endama
Komîteya Darayî ya Parlamentoyê Dr. Nermîn Mairûf ji PUKMEDIA re ragihand: Divê
pirsgirêkên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de mane
bên çareserkirin û em li benda guhertina yasaya bûdceyê ne.Got jî dosyaya herî
girîng di navbera herdu aliyan de pirgirêka mûçe ye û dive were bi yekcarê were
çareserkirin.
Hinardekirina Petorlê
D.Nermîn Mairûf
dibêje: Em jî li bendê ne ku pirsgirêkên girêday hinartina petrola ji Herêma
Kurdistanê were çareserkirin bi taybetî xercên derxistina petrolê û mûçeyên mafên
kampaniyên petrolê çareser bikin ji berk u kampaniyên biyanî pêdivî bi xercên
zêdetir hene bo derxistina naftê ji berk u jîngeha Herêmê ciday jîngehên navçeyên din ên Êraqê ye, ji
ber wê yekê em li benda çarseriya vê pirsgirêkê ne jî di serrastkirina yasaya
budceyê de.
Dosyaya mûçe ber bi çareseriyê ve diçe
Şîrwan Mîrza endamê
komîteya darayî ya parlemantoyê di rûniştina berê ya civata nûneran de ji
PUKEMEDIA re ragihand: Pirsgirêkên darayî bi taybet mijara mûçeyên karmendan
ber bi çareseriya dawî ve diçin.
Got jî: Rêkeftinek di
navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye ku mehane 618 milyar dînar bên
şandin, heta yasaya bûdceyê bi awayekî ku bi yekcarî pirsgirêka mûçe çareser
bike.
Zemîn niha baştire
Şêrwan Mîrza dibêje: Rewşa
niha ji salên borî baştire ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta
Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.
Got jî: Pirsa mûçeyên karmendan li herêma Kurdistanê
rêkeftin û hevgirtineka mezin a Êraqî bidest xistîye, ji ber wê jî dê di
çarçeweya civata nûneran de pirsa mûçeyên karmendan li herêma Kurdistanê
çareserîyek radîkal bê kirin.
Serok Komarê: Daxistina pişka herêmê û dayîna mûçeyên karmendan
Serokê Komarê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd tekez li ser
pêwîstiya daxistina pişka herêmê ji bûdceya giştî û dayîna mûçeyên fermanberên
Herêma Kurdistanê li ser heman bingehê kir û got, Ji ber nedana mûçeyên
karmendan li herêmê bandorên jiyanî, aborî û civakî hene û amaje bi wê yekê kir
ku nedana mûçe bûye sedema girtina dibistanan û bêparbûnê û xwendekar ji
xwendinê.
Di hevdîtinê de ku li gel serokên fireksiyonên parlemanî de
Serok Komarê tekezî li ser berdewamiya şêwir û hemahengiya di navbera herdu
hikûmetan de û dîtina çareyên dawî ji bo pirsgirêka mayî yên di navbera her du
aliyan de li gor rêziknameyê destûr û qanun kir.
Li herêmê kêmasiya mûçe heye
Hikûmeta federal 700
milyar dînar bo heyama 3 mehan wek deyn ji bo dayîna mûçeyên karmendan di sala
borî de şandibû Herêma Kurdistanê û di meha borî de jî 618 milyar dînar ji bo
dayîna mûçeyên karmendan şandibû.
Encumena Wezîrên Federal
biryara şandina 618 milyar dînar derxistiye heta ku yasaya budceya Federal tê
serrastkirin, derxistina mûçeyên karmendan ji xerckirin rastîn da ku bixin
xercên hikûmetê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

