Xelata Mandela ji bo Asayîşa Herêma Kurdistanê hat dayîn
Kurdistan 06:11 PM - 2024-02-06
PUKMEDIA
Logoya Asayîşa Herêma Kurdistanê
Îro Sêşemê 02.06.2024ê, Tora Dadwerî ya Girtiyan li Iraqê (JNP) ji bo cîbicîkirina pîvanên navdewletî yên derbarê lêpirsîna tohmetbaran de, xelata Mandela da dezgeha Asayîşê li Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniya Weqfa Asayîşê de ku nusxeyek jê ketiye destê PUKMEDIA’yê de hat gotin, “Sepandina pîvanên navneteweyî yên têkildarî dema lêpirsîna kesên sûcdar û tomarkirina van pêvajoyan bi kamerayan, ji bo Yekem car li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji aliyê Dezgeha Asayîşê ya li herêmê ve, ku saziyeke niştimanî ye bi ewlehî û aramiyê ve mijûl e.” Ji ber vê yekê, xelata Mandela ji aliyê rêxistina Tora Dadwerî ya Girtiyan ve, ji bo Weqfa Asayîşê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xelata Mandela li cîhanê ji bo saziyên ku di lêpirsîna bersûcan de standardên yasayî bi cih bînin, tê dayîn. Weqfa Asayîşê li gorî hemû pîvanên navneteweyî tevdigere û bi kamerayan pêvajoya lêkolînan tomar dike."
Di dawiya daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku "Weqfa Asayîşê saziyeke bi ewlekarî û aramiyê ve girêdayî ye û li ser pêkanîna rêkarên herî bilind ên yasayî berdewam e."
Tora Dadwerî ya Girtiyan yekemîn û tekane tora li Iraqê ye ku ji sala 2007ê ve di warê mafên mirovan, bi taybetî mafên girtiyan û alîkariya dezgehên fermî yên dewletê di pêşxistina yasayan de li gor pîvanên navdewletî yên mafên mirovan hatiye damezrandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

