Vegerandina awareyan û bidawîkirina dosyaya jicîhûwarkirinê
Kurdistan 05:06 PM - 2024-02-05
PUKMEDIA
Kampên kesên jicîhûwarkirî
Encûmena Wezîran a Federalî di çarçoveya plana Wezareta Koç û Koçberan de biryar da ku heta 30ê Tîrmeha bê, kampên koçberan bi temamî bên girtin û dosyaya koçberên Herêma Kurdistanê bi dawî bibe û ji bo handana vegera awareyan 4 milyon dînar û komek tezmînat, tayînkirin û alîkarî dê ji her malbateke bêwar re bê dayîn ku ji kampan vegere warên xwe yên resen.
Li gor daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Federal ku nusxeyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) hatiye bidestxistin, Wezareta Koç û Koçberan planek ji bo girtina bi temamî kampên koçberan amade kiriye di dawiya tîrmeha bê de û wezaret bi piştevaniya Encûmena Wezîran, dê asankariyên pêwîst ji bo vegerandina malbatên aware peyda bike.
Li herêmê 24 kamp û 32 hezar malbat koçber bûneWezîrê Koç û Koçberan Îvan Faîq Jabro berî niha ragihandibû: “Wezaretê hemû kampên awareyan li hemû parêzgehan girtin, ji bilî kampên Herêma Kurdistanê û kampên mayî jî ji bo awareyên Iraqê, ku tenê (24) kamp li Herêma Kurdistanê ne, nêzîkî (32) hezar kes lê dijîn.” Ev Malbat koçber bûne dema ku DAIŞê sêyek ji axa Iraqê di Hezîrana 2014an de kontrol kir.
4 milyon dînar bo wezîfedarkirin û karkirina bêkaranFeydeyên ku hikûmeta federal ji awareyan re dabîn dike, terxankirina mîqdarek (4) milyon dînar bi awayê bend ji bo her malbatek ku ji koçberiyê vedigere ji wan kesên ku li kampên awareyan bi taybetî li herêmê dimînin û hemû wezaret û parêzgehan ji sedî rêjeyek diyar dikin ku (% 2) ji girêbestên kesên vedigerin re û her wiha dê dest bi bernameyekê bê kirin wekû karê taybetî ji bo karkirina bêkaran û erkdarkirina Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ku wan di bernameyan de bihewîne (meaşê alîkariyên parastina civakî, tam-time alîkarê ji bo astengdaran û deynên nerm ji bo bêkaran bê faîz) wekî îstîsna bê kirin.
Serokkomar bang li rêxistinên navneteweyî dike ku di mijara koçberan de zêdetir alîkarîyê bikin
Roja yekşemî 4ê Reşemî di çarçoveya pêşwaziya nûnerê Komisyona Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî birêz John Nicola Boz û şanda pê re, bi amadebûna cenabê Wezîra koç û koçberan xanim Ivan Faiq Cebru , birêz Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd, Serokkomar, tekezî li ser giringiya piştevanîkirina komîsyonê û civaka navdewletî ji bo biryara hikûmeta Iraqê bo girtina kampên awareyan û çareserkirina pirsgirêkan kir û avêtina gavên piraktîkî û bilez ji bo peydakirina şert û mercên pêwîst ji bo vegera wan piştî dabînkirina jîngeheke ewlekarî û xizmetguzariyê, û pêşxistina jiyana hevbeş a sivîl di navbera hemûyan de.
Daxwaza vegera koçberan û sûdwergirtina ji biryara Encûmena Wezîran a Federalî dikeDi vê derbarê de endama komîteya koç û koçberan di civata nûneran de Rojî Ziyad Sido di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) tekez kir: Komîteya Koçber û Koçberan piştevaniya biryara Encûmena Wezîran bo vegerandina awareyan dike bo deverên niştecihbûnê yên resen, tevî ku Wezareta Koç û Koçberan demeke ji bo vegera wan diyar kiriye, ku meha Tîrmeha bê , lê me daxwaz kir ku ev heyamê mehekê were dirêjkirin, da ku xwendekarên ji malbatên derbider karibin xwendina xwe biqedînin.”
Rojî Ziyad her wiha got: “Gelek îmkanên Wezareta Koç û Koçberan û Hikûmeta Federalî ji bo vegerandina awareyên herêmê bo warên xwe yên resen hene, ji ber ku miqdarek (4) milyon dînar hatiye terxankirin û bernameyeke kar hatiye dayîn ji bo îstîhdamkirina bêkaran, tayînkirin, tazmînat û hwd hatiye destpêkirin û ji ber vê yekê em bang li malbatên koçber dikin ku vê derfetê ji dest nedin û jê sûd werbigirin.”
Vegera awareyan dê bandorê li pêkhateya demografîk ya deverên wan bikeBerpirsê Navenda Rêxistina Şengalê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dawûd Kalo di daxuyaniyekê de ji (PUKMEDIA) re ragihand: “Biryara hikûmeta federal ya vegerandina malbatên koçber bo deverên wan, biryareke girîng e û nevegerê. Ev malbat dê bandorê li ser nifûs û pêkhateya demografiya Şengalê, Deşta Nînowa û bi giştî parêzgeha Nînowa bike.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

