YNKê hewl dide çend zanîngehên Kurdistanê bide naskirin
Kurdistan 11:36 PM - 2024-02-03
Hesabê Bedriya Husên ya Facebookê
Bi Midûrê Giştî yê Wezareta Xwendina Bilind re hevdîtin
Li Herêma Kurdistanê zanîngeh û peymangeh hene ku heta niha ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ve di hikûmeta federal de nehatine naskirin û endamekî firaksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di Encûmena Nûneran de dibêje, wan hewlên xwe zêde kirine ku van zanîngehan nas bikin.
YNK hewl dide Zanîngehên nenaskirî bê nas kirin
Endama Lijneya Xwendina Bilind a li Parlamena Iraqê ser firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bedriya Husên di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Lijneya Xwendina Bilind li Civata Nûneran pêşwaziya Birêvebir û karmendên pêşketî di Wezareta Xwendina Bilind a Federal de kir, di nava hefteyekê de du caran, bi armanca gotûbêjkirina dosyayê” Zanîngehên nenaskirî’’, bi taybetî zanîngehên fermî yên Herêma Kurdistanê, ku ev in (Koleja Zanistên Pijîşkî yên Zanîngeha Hewlêrê, Raperîn, Germiyanê û Çarmo )ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ve nehatine naskirin, gelek pirsgirêk ji xwendekarên van zanîngehan re çêkirine.
Nasname bo Koleja Tibê ya Zanîngeha Koyê re hat dayîn
Endama Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di komîteya xwendina bilind a Parlamentoya Iraqê de, Bedriya Husên ji PUKMEDIA re ragihand: “Di encama civînê de biryar hat dayîn ku Koleja Pizîşkî ya Koyê bi fermî were naskirin û di nava mehekê de komîteyek jî ji bo pêkanîna karûbarên teknîkî di navbera Koleja Zanistên Pizîşkî ya Zanîngeha Hewlêrê û Wezareta Xwendina Bilind a li hikûmeta federal de bê avakirin. Bedrîya Husên got ku naskirina zanîngehên Raperîn, Germiyan û Çarmo ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ve berdewam e.
Zaningehên Kurdistan dê di nav rêza zankoyên Iraqê de bin
Endamê Komîteya Xwendina Bilind diyar kir ku “pejirandina van zanîngehan di Wezareta Federal a Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî de, dê di nav rêza zankoyên Iraqê de bin û bi vî awayî dê hemû îmtiyaz û mafên zanîngehên Iraqê hebin Naskirina zanîngehê ji xwendekaran re bêtir derfetan peyda dike.Bi naskirina zanîngehên Garmian, Çarmo û Raperîn, dê ji bo xwendekarên wan derfetên kar û xwendina master û doktorayê li derveyî welat zêdetir bibe û destnîşan kir ku em bi zanîngehên ku hêj nehatine naskirin re bixebitin ku şert û mercên Wezareta Xwendina Bilind a Federal bicîh bînin da ku wekî zanîngehên din bên naskirin.
Fraksiyona YNKê pêştir jî hewlên cidî bo naskirina van zanîngehan ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ve kiribû, di vê çarçoveyê de serdana Serokomarê Iraqê kiribûn û daxwaz kiribûn zanîngehên Germian, Çarmo û Raperîn bên naskirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

