Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê despê dike
Kurdistan 11:27 AM - 2024-01-28Dîmenê Konferansê
Konferansa Nûneratiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Welatan bi beşdariya hejmareke zêde ya konsul, dîplomat, nûner û wezîran konferansa xwe ya çaralî dest pê kir.
Mesrûr Barzanî: Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi cîhanê re gavên baş avêtineMesrûr Barzanî di Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Cihê dilxweşiyê ye ku di van salên dawî de, peywendiyên Herêma Kurdistanê yên derve û navdewletî gelekî bipêş ketine.”
Serokwezîr destpêkê ji bo lidarxistina vê konferansê spasiya Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û pêşwazî li hemû mêvan û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatan kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im ku di konferansê de gotûbêjên baş û berhemdar bên kirin û encam, pêşniyar û raspardeyên wê di xizmeta pêşxistina zêdetir a peywendiyên me de bin.”
‘’Herêma Kurdistanê ti carî nebûye metirsî li ser ti kesî û me hertim destê dostaniyê dirêjî hemû welatên herêmê û civaka navdewletî bi giştî kiriye. Ji ber wê jî divê berjewendiyên hevpar ên me yên li gel welatên herêmê û cîhanê li ber çavan bên girtin û parastî bin û rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bê girtin û neyê binpêkirin.’’Serokwezîr got.
Qubad Talebanî: Divê nûneratiyên me metirsiyên li ser herêmê bigihînin welatanCîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di panelekê de got:“Hewldanên me yên ji bo bihêzkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in û nûneratiyên me dikarin peywendiyên me yên aborî, siyasî û bazirganî li gel welatan bihêztir bikin û giringe nûneratiyên me metirsiyan li ser pêkhateya herêmê bigihînin wan Welatan.
Wî zêde kir:"Pêwîste nûneratiyên me bi saziyên me yên fermî yên Herêma Kurdistanê re têkiliyên xurt hebin û agahiyan bidin wan û rayedarên herêmê li ser siyaseta welatan agahdar bikin."
Daban Şadala: Dîtina çareseriyeke dîplomatîk dê bibe mijareke girîng a konferansêBeriya niha Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Daban Şadala ji PUKMEDIA re ragihandibû: “Armanca konferansê ew e ku xebatên dîplomatîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qonaxa niha ve birêxistin bike û planeke stratejîk ji nûneran re bê danîn û balkişandin û kûrkirina peywendiyên dîplomatîk ên li gel welatan.’’
Şadala got:"Pirsgirêkên ewlehiyê, gefên balafirên keşfê, pirsgirêk, dîtina çareseriyên dîplomatîk û serdestiya zimanê diyalogê dê mijarên girîng ên konferansê bin."
Li gorî agahiyên PUKMEDÎA'yê, di konferansê de 41 konsol, dîplomat, nûnerên saziyên navneteweyî û 14 nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar dibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

