Talebanî ji zanîngeha Silêmaniyê re: Em hêviya pêşketinên zêdetir ji we dikin
Kurdistan 08:12 PM - 2024-01-27
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Zanîngeha Silêmaniyê di
sala 2023an de, li ser asta zanîngehên Herêma Kurdistanê cihê xwe yê serekî
girt û li gorî rêzkirina malpera (Weibo Matrix) û (Semago) li ser asta Êraqê
pileya çarê de bû û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêmê pîrozbahî li
zanîngeha Silêmaniyê kir û got: Em hêvî dikin ku hûn destkeftên mezintir bi
dest bixin û pêşde biçin.
Paşeroja zanîngehê dê bi
keda we geştir bibe
Cîgirê Serokwezîr Qubad
Talebanî di peyameke pîrozbayî de ji bo zanîngeha Silêmaniyê ragihand: Di sala
niha û salên pêş de, em hêvîdar in ku hûn destkeftên zêdetir û pêşkeftinên
zêdetir bi dest bixin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku zanîngehan roleke
sereke di geşepêdana welatê me de heye. Bêyî pêşkeftina di warê xwendina bilind
û lêkolîna zanistî de, di tu beş û warên din de pêşkeftina rastîn pêk nayê.
Cîgirê Serokwezîr got jî:
Bidest anîna pileya yekem li Herêma Kurdistanê û çaremîn li Êraqê di rêzbenda
WIPO Matrix de cihê şanaziyê ye û bi vê boneyê de germtirîn pîrozbahiyên xwe
pêşkêşî we dikim û spasiya dilxwazî û dilpakiya we di bilindkirina asta
zanistî ya zanîngeha Silêmaniyê û pêşxistina sektora xwendina bilind we diki,
baweriya me bi şiyan û jêhatîbûn û dilpakiya we heye û em piştrast in ku pêşeroja
zanîngeha Silêmaniyê dê geştir be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

