Serok Bafil: Emê bi siyaseteke zelal têkiliyên xwe yên bi welatên Ereb re ji nû ve birêxistin bikin
Kurdistan 09:34 PM - 2024-01-24
Ofîsa Serok Bafil
Serok Bafil pêşwaziya Nûnerê YNK'ê yê Misirê Mela Yasîn kir
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê pêşwaziya nûnerê YNKê li Misirê Mela Yasîn kir.
Di civînê de ku, Nûnerê Serokê YNKê bo Polîtboru û Encûmenên Bilind Dr.Xesrew Gul û Endamê Mekteba Serkirdayetî Îmad Ehmed jî amade bûn, Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser stratejiya YNKê ya piştî kongreya pêncemîn û wiha got: Emê têkiliyên xwe ji nû ve birêxistin bikin bi welatên Erebî re, bi taybetî Misirê re, ji bo berjewendiyên herî bilind ên gelê Kurd pêş bixin. Têkilî û dostaniya ku Serok Mam Celal bi welatên Rojhilata Navîn re çêkiriye em ê hîn zêdetir pêş bixin. Daxwaz ji nûnerê YNKê li Misirê kir ku bi bernameyeke bihêztir kar birêxistin bikin û erkên xwe pêk bînin.
Her wiha di civînê de li ser ji nû ve birêxistinkirina erkên rêxistinî li welatên erebî hat gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku pêwendiyên dîplomatîk zêdetir pêşve bibin û dostaniyan jî kûrtir bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

