Wezîrê Pêşmerge serkeftina çaksaziya Pêşmerge piştrast dike
Kurdistan 07:07 PM - 2024-01-23
PUKMEDIA
Civîna Wezîrê Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî
Şoreş Îsmayîl Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokê tîma bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan, Berpirsê Ofîsa Hemahengiyê ya Konsulxaneya Amerîkayê û şêwirmendên bilind ên welatên beşdar di Hevpeymaniya Navdewletî de civiya.
Wezîrê Pêşmerge îro 23ê Çileya 2024an ligel Serokê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan General McKenzie, Berpirsê Ofîsa Hevahengiyê ya Konsulxaneya Amerîkayê Kolonel Michael Gachero û şêwirmendên bilind ên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê civiya.
Civînê de behsa çaksazî, rêkxistin û yekxistina hêzan û alîkariyên hevpeymanan bo Wezareta Pêşmerge hat kirin. Herwiha amadekarî ji bo nirxandina salane ya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hate kirin.
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl got: “proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de biser bikeve ku armanca me ye. Me gavên xwe yên ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya bihêz di nav Wezareta Pêşmerge de bileztir kirine.”
Wezîrê Pêşmerge her wiha rola bilind a dîplomat û şêwirmendên leşkerî û siyasî yên welatên Hevpeymaniya Navdewletî bi taybet Amerîka ji bo alîkarî û hemahengiya berdewam ji Wezareta Pêşmerge re bilind nirxand.
Di hevdîtinê de, Serokê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan General McKenzie ronahî bi giringî behsa hewlên Wezareta Pêşmerge di proseya çaksaziyê û cîbicîkirina xalên karnameya hevtêgihîştina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de kir.
Diyar kir jî, “Di Wezareta Pêşmerge de îradeyek bihêz bo proseya çaksaziyê heye, ji bo wê yekê jî em di Hevpeymaniya Navdewletî de em ê di piştevaniya proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên 70 û 80 û pêşxistina karûbarên cuda yên Wezareta Pêşmerge de berdewam bin.”
Got: Emê bi hev re kar bikin û pilan û stratejî yên giring deynin û em piştrast in ku proseya çaksaziyê dê encamên mezin û giring ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebin.
Di dawiya hevdîtinê de, bi awayekî berfireh behsa amadekariyên nirxandina salane ya bernameya hevtêgihiştinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hate kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

