Parêzgariya Silêmaniyê şahidiya geşepêdana veberhênan û peydakirina derfetên kare
Kurdistan 01:02 PM - 2024-01-23
Ajansan
Pirojeya rêya 100 mitrî
Parêzgariya Silêmaniyê di
warê sermayeguzariyê de geşbûneke bi kalîte dît, ku sala 2023ê bû şahidê dana
destûra kar bo zêdetir ji 50 projeyan di sektorên cuda de.
Qubad Talebanî: Silêmanî şahidê geşepêdana Sermayeguzariya bêmînak e
Cîgirê Serok Wezîrê Herêma
Kurdistanê Qubad Talebanî dibêje: Parêzgariya Silêmaniyê di warê sermayeguzariya
herêmî de geşbûneke kalîte bi dest xistiye û tekezî li ser bilezkirina tevgera
karê bazirganî bi giringîdan bi sektorên pîşesazî, çandinî û geştiyariyê kir.
Got jî: di sala 2023an de,
bo cîbicîkirina 53 pirojeyên rewa di warên curbicur de destûr hat dayîn û ev
piroje bi bihayê du milyar û 603 milyon dolaran dê bên cîbicîkirin.
Got jî: Sermeyaguzarî li
parêzgeha Silêmaniyê gihiştiye lukeyê ku di heyama 20 salên borî de qet ne
gihîştiye vê astê û amadehiya xwe ya tam ji bo piştevanîkirina tevgera sermayeguzariyê
bo bidestxistina geşepêdana berdewam li bajêr nîşan da.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê got: Em hewl didin di sala 2024an de vê destkeftê bidomînin û bi
giringîdan li ser pêşxistina sektorên pîşesazî, çandinî û geştiyariyê, tevgera
karê bazirganî bileztir bikin.
Proje sektorên cuda dihewîneRêveberê Giştî yê Veberhênana Parêzgeha Silêmaniyê Endezyar Ezîz Seîd Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Di sala 2023’an de me ruxset daye 53 projeyan bi bihayê 2 milyar û 603 milyon dolar û di nava van projeyan de beşên cuda yên weke xanî, tendirustî, bazirganî. pîşesazî, xizmet, perwerde, geştiyarî û çandinî.
Got jî: eger em van jimareyan bi sala berî 2022an bidin ber hev, di warê cîbicîkirina pirojeyan de di pileya yekem de bûye li ser asta Herêmê û ev sala yekem bû ku destûra cîbicîkirina hejmareke weha mezin a projeyan hatiye dayîn.
Hewldanên Qubad Talebanî bi hevkariyeke baş encam dan
Endezyar Ezîz Seîd Reşîd
dibêje: Ev mijar piştî gelek civîn û rênimayiyên ku ji aliyê Qubad Talebanî
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji dezgeh û saziyên hikûmetê yên
Herêma Kurdistanê re hatin dayîn, hatin.
Got jî: Vê babetê hevkarî
û hevahengiya hevbeş di navbera dezgehên hikûmetê û sermayedaran de kir û ev
hevkarî encamên gelek girîng dane. Wek çêkirina gelek rê, pir û projeyên
xizmetguzariyê yên din.
Dabînkirina 19 hezar derfetên kar
Rêveberê Giştî yê
Veberhênanan li parêzgeha Silêmaniyê dibêje: Bi van projeyan di sala 2024an de
19 hezar derfetên kar rasterast ji bo hemû welatiyan peyda dibin û 10 hezar
derfetên kar bi awayekî nerasterast wek xwaringeh, hotêl û dukanan peyda dikin.
Got jî: Hemû kompanyayên
ku ruxset jê re hatine dayîn, kompanyayên xwecihî ne û hemû derfetên kar ji bo
welatiyan li parêzgeha Silêmaniyê ne û ev piroje dê bandoreke berçav li
pêşxistina jêrxanan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir bo welatiyan bikin,
bi taybetî di sala niha de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

