Şanda Komisyona Hilbijartinan ji bo diyarkirina dema hilbijartinan sardana Hewlêrê dike
YNK 02:17 PM - 2024-01-14
PUKMEDIA
Cumane Geley
Biryare şandek ji
komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan sardana Herêma Kurdistanê bike bo
gotûbêjkirin li gel berpirsên li Hewlêrê derbarê pêkanîna hilbijartinên
Parlemana Kurdistanê.
Berdevka Komisyona Cumane Gelay
ji PUKMEDIA re ragihand: Şandeke Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
ku ji Serokê encûmena Komîseran, Seroke rêveberiya Hilbijartinan û endamên encûmenê
ji dadwer dê sibê duşemê serdana Hewlêrê bikin.
Herwaha got: Şand dê li
gel berpirsên serokatiya herêma Kurdistanê li ser pirsa diyarkirina roja nû ya
hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û rêkarên pêwîst bo pêkanîna
helbijartinan gotûbêj bike.
Encûmena Komisyonê rênimayên pêwîst da
Berdevka Komisyona Bilind
a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana El-Geley ji PUKMEDIA re ragihand: Encûmena
Komisyonê gelek rêzikname û rênimayiyên derbarê hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê de derxistin û em li benda biryara encûmena Komîseran a ji bo
lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne.
Got jî: bendek yasayî heye
ku tê de mafê komîsyonê heye ku rêkarên pêwîst bo misogerkirina paqijiya
proseya helbijartinan li herêma Kurdistanê damezrîne û di helbijartinên
parlamentoya Kurdistanê de jî hijmartina elektronîkî û destî hebe. wek ku çawa
di hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê de çêbû.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê li gorî tomara dengderên Êraqê bên kirin
Cûmana El-Geley dibêje: Komîsyon dê hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê li gorî tomara dengderan ku ji aliyê Komîsyona Bilind a
Serbixwe ya Hilbijartinan ve tê birêvebirin, birêve bibe.
Got jî: Tomara li Komisyonê tomareke bihêz e ku hemû
dengderên hemû navçeyên Êraqê û heta Herêma Kurdistanê jî tê de tomarkirî ne û
me dengderên ku di sala 2006an de ji dayik bûne jî xistine nav.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

