Serok Bafil: Bi hev re ber bi qonaxeke medyayî nûh ve biçin
Kurdistan 12:15 PM - 2024-01-11
PUKMEDIA
Konferansa Borda Ragihandina Yekîtî
Serok
Bafil Celal Talebanî ji bo duyemîn konferansa ji nû ve birêxistinkirin û
dariştina siyaseta medyayî û amadekirina qonaxa nû) yê Borda Ragihandinê peyamek
belav kir û tê de got: Nan û azadiya rojnamevan û nivîskaran ne tenê dirûşmeke
siyasî ye, belku ferhenga giran a Serok Mam Celal û diparêzin, hûn ber nûbûnê
ve gav bavêjin û biçin û em ê bi dil û can piştgiriyê bidin we.
Naveroka
peyamê:
Beşdarên
Konferansa Duyemîn a ji nû ve birêxistinkirin û dariştina siyaseta ragihandinê
û amadekirina qonaxa nû
Hevalên Borda
Ragihandinê
Rojnamevanên
hêja
Beriya her
tiştî lidarxistina konferansê li we pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji we ra
dixwazim.
hevalên hêja
Ji dil û
can spasiya we dikim ji bo wê hewlên we yên ji bo serkeftina hevpeymaniya
Kerkûk hêz û vîna me ye,û yekîtiya we li qudsa Kurdistanê, bêgumanher çend we
di meşandina xebatên hilbijartinê de roleke girîng û bibandor lîst û em bi we
serbilind in.
Amadebûyên
hêja
Îro medya
li cîhanê ber bi guherîn û pêşkeftina berdewam ve diçe, nûkirin û nûbûn daxwaz
û erkê sereke yê medyayê ye ji bo ku xwe bi rewşê re biguncîne û li gorî
daxwazên gel û nakokiyên pîşeyî bimeşe.
Ji ber ku
em rewşa ragihandinê li cîhanê fêm dikin, divê em bi perspektîfek nû, bi
sûdwergirtina ji pêşketinên teknolojîk û pabendbûna bi prensîbên karê
rojnamevanî, siyaset û stratejiyek nû ji bo medyayê ji nû ve binivîsin û bi
pêşveçûnên medyayî re bimeşin.
Rêheval,
xwişk û birayên hêja
Hûn hemû
pênûsên dilsoz û geş ên Yekîtiya Niştimanî û paristvanê yekîtî û doza rewa ya
gelê me bûn, hûn dengên azad û wêrek bûn, tevî ku di heyama aştiyê de we roleke
girîng di hişyarkirina civakê û pêşxistina rojnamegeriyê de hebû, em bi we
hemûyan serbilind in û em bi şiyanên we piştrast in, ez piştrast im ku di vê
konferansê de hûn ê ji pispor û akademîsyenan sûd werbigirin û bi hev re ber bi
medyayeke nû ve biçin. qonaxek ku dê daxwazên welatiyan pêkbîne.
Hêjano…
Medyaya me
ya dîtbarî, nivîskî û dengî pêwîstî bi vekolîneke cidî û guhertinên radîkal
heye, em dizanin ku pesnên me yên berê gelek in, lê ev têrê nake û divê nêrîna
me ber bi pêşerojê ve be, ji bo vê yekê jî pêdiviya me bi danûstandineke bi
ramana pêşkeftî û afrîner bi ragihandinê re heye û divê bi gavên pratîk û siyaseteke nû ji bo karê
medyayî bi awayekî xizmeta Kurdistan û berjewendiyên netewî bike.
Kêfxweş im
ku konferansa Borda Ragihandinê çavkaniya bihêzkirina proseya ragihandinê ye di
hemû saziyên partiyan de ku nûneratî û ragihandina hemû ofîs û navendan dikin.
Di dawiyê de
tekez li ser wê yekê dikim ku nan û azadiya rojnamevan û nivîskaran ne tenê
diruşmeke siyasî bû, belku ferhengeke hêja bû ji bo Serok Mam Celal û emê wê
biparêzin û hûn ber bi nûjenî û dahêneriyê ve biçin û em jî piştevanê we bin.
Her tim şad
û bextewar bin
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

