Yekîtî dixwaze li Herêmê hêzeke niştimanî ya bihêz ava bike
Kurdistan 12:17 PM - 2024-01-10
PUKMEDIA
Pêşmerge
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê hewl dide û bi hemû hêza xwe kar dike ji bo yekxistina hêzên
Pêşmerge û avakirina hêzên niştimanî yên bihêz ji bo parastina Herêma
Kurdistanê ji her metirsî û hereşeyek ku rûbirûyê wê bibe.
Serok Bafil Celal Talebanî: Em dixwazin hêzên netewî yên bihêz ava bikinSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di civînekê de ligel şandeke hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Fermandeyê Giştî yê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Êraqê General Joel Fowell tekez kir ku hewlên yekxistina hêzên hevpeyman berdewam in.
Serok Bafil Celal Talebanî got: Em berdewam in li ser hewlên xwe bo bidestveanîna vê armanca bilind û em dixwazin hêzeke niştimanî ya bihêz li ser bingehê hevsengî û wekheviyê ava bikin û her vînake ji derveyî vê mebestê red dikin û naxwazin berjewendiyên hizbî têxin nav dosyaya netewî.
Qubad Talebanî tekezî li ser berdewamiya proseya çaksaziyê di Hêzên Pêşmerge dikeQubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê pêşwaziya şandeke pilebilind a hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya General Joel Fowl Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Êraqê kir.
Di hevdîtinê de behsa çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de hat kirin û di vê derbarê de Talebanî tekez li ser berdewamiya proseya çaksaziyê di nav Hêzên Pêşmerge de bi awayê ku hatiye plankirin kir. Cîgirê Serokwezîrê Herêmê balkişand li ser giringiya cîbicîkirina xalên proseya çaksaziyê û birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û piştgirî û alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Pêşmerge bilind nirxand.
Hewlên Yekîtiya Niştimanî bo yekkirina Hêzên Pêşmerge berdewam e
Berdevkê hêzên 70 Lîwa
Ehmed Latîf ji PUKMEDIA yê re ragihand ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di
hewlên ji bo yekkirina hêzên pêşmerge de berdewam e û di wê ware de gavên cidî
avêtiye , got jî Serkirdayetiya hêzên 70 gelek hêz vakiriye û veguhastiye ser wezareta
pêşmerge di bin sêwana wezaretê de.
Serok Bafil hewla yekxistina Hêzên Pêşmerge dide
Ehmed Latîf dibêje: Serokê Yekîtiya Niştimnaî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji me re pêşniyar dike û bi berdewamî me han dide ku hewlên xwe bidin bo aktîvkirina hêzên Pêşmerge û bileztirkirina yekkirina pêşmerge û heta niha 29 lîwayên me hene hatine yekxistin û bo wezareta pêşmerge hatine veguhestin. Hêzên hevpeyman hertim hewlên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê bo yekxistina hêzên pêşmerge û hewl û baldariya wan ya berdewam bo cîbicîkirina vê armancê bilind dinirxînin.
Avakirina hêzeke neteweyî
Cîgirê Serokê Komîteya
Pêşmerge di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de Osman Kerîm Siwara ji
PUKMEDIA re ragihand: Serok Bafil Celal Talebanî bi hemû hewlên xwe hewl dide
hêzên Pêşmerge bike yek û hêzeke hikimranî niştimanî li Herêma Kurdistanê ava bike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê gelek lîwa amade kirine û ketine bin sîwana Wezareta Pêşmerge û
kar di vê derbarê de berdewam in.
Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi hêzên yekgirtî yên netewî heye
Osman Kerîm Siwara dibêje:
Di qonaxa niha de gelek metirsî li ser Herêma Kurdistanê hene û tenê bi rêya
hêzên yekgirtî yên niştimanî dikarin biparêzin û rûbirûyê metirsî û metirsiyan
bibin.
Got jî: hêzên hevpeymanîya
navdewletî dixwazin hêzên pêşmerge bikin yek û hêzên niştîmanî yên yekgirtî bin
û destxweşî li hewlên Yekîtîya Niştîman û pêngavên berdewam yên yekxistina
hêzên pêşmerge dikin.
PUKMEDIA
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

