Serok Bafil: Em dixwazin bibin xwedî hêzeke neteweyî ya bihêz
Kurdistan 09:41 PM - 2024-01-09
PUKMEDIA
Serok Bafil û şandeke pilebilind a hevalbendan
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Hewlêr pêşwaziya şandeke pilebilind a hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowell re kir.
Di civînê de, Berpirsê Mekteba Peywendiyan Derbaz Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî Aso Mamend û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw amade bûn û pêşhatên dawî yên ewlehî û leşkerî û yekxistina hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser serkeftina bizavên niştimanî ji bo parastina ewlehî û aramiyê û got: "Hewldanên me yên ji bo aramiya li welêt berdewam in û xebata me ji bo dûr xistina welat ji bêîstiqrariya li herêmê ye, ji bo vê yekê em bi hêz û aliyan re hevahengiyê dikin û naxwazin welatê me bibe qada çareseriya nakokiyan."
Di derbarê birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û serkeftina hewlan de jî Serok Bafil got:’’ Em li ser hewlên xwe yên ji bo bidestxistina vê armanca bilind berdewam in û em dixwazin li ser bingeha hevsengî û wekheviyê hêzeke niştimanî ya bihêz ava bikin û her îradeyekî ji derveyî vê mebestê red dikin û naxwazin berjewendiyên hizbî bi vê meseleya netewî re têkel bibin.’’
Di bersivê de Joel Vowell spasiya Serok Bafel Celal Talebanî kir ji bo alîkarî û hevahengiya wî ji bo destpêkirina kar û çalakiyên Wezareta Pêşmerge û çareserkirina pirsgirêkên wezaretê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

