Rêbaza Serok Mam Celal serkeft:YNK hêza Yekeme Kurdî ye di hilbijartinan de
Kurdistan 12:28 PM - 2024-01-02
PUKMEDIA
Bajarê Kerkûkê
Li gor hemû amaran û dengan, Kurd mezintirîn neteweya parêzgeha Kerkûkê ne û li parêzgehên din ên nakok jî gelek deng hene.Lê bi tena serê xwe nikare rêveberiyên herêmî yên parêzgehan ava bike, lê ji bo xizmetkirina gel divê lez li avakirina meclîsên parêzgehan bê kirin.
YNK ku li parêzgeha Kerkûkê dengên herî zêde bi dest xistiye û di her çar parêzgehên nakokbar de hêza yekem e ku namzedê wê heye, xeta sor ji bo danûstandinên avakirina encûmenên parêzgehan û avakirina encûmenên parêzgehan nîne.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser pêkanîna encûmeneke xizmetguzarî ya parêzgeha Kerkûkê , ku bêyî ku ti aliyek û pêkhateyên parêzgarê Kerkûkê kêm bike, xizmetên pêwîst pêşkêşî welatiyan wê bike.
Avakirina rêveberiya xizmetêDr. Ehmed Fetih Mistefa berbijarê serkeftî yê hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji PUKMEDIA re ragihand:’’ Biryare aliyên siyasî dest bi gotûbêjên xwe bo pêkanîna rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê bikin û em li benda hemahengiyê ne bo diyaloga navbera aliyên siyasî de.Em li bendê ne ku aliyên siyasî li ser bijartina parêzgarê nû û pêkanîna rêveberiyeke xizmetguzarî ku baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan bike, lihev bikin.’’
Nabe ku Kurd bên paşguh kirin
Dr.Ehmed Fetih dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku li parêzgeha Kerkûkê dengên herî zêde bi dest xistiye û hêza yekem e ku li her çar parêzgehên nakok namzed serkeftine.
Ji bo gotûbêjkirina avakirina encûmenên parêzgehan bi ti partî û civakekê re xeteke sor nine û dixwaze li ser rêya Serok Mam Celal hikûmeteke herêmî ya pir deng û pirreng ava bike.Hilbijartinan îsbat kir ku Kurd pêkhateya serkeftî di hilbijartinan de ye û bi rêve birina parêzgariyê bêyî beşdariya Kurdan nabe û di nav Kurdan de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serkeftê yekem e di hilbijartinan de ev yek ji her kesî re bi zelalî îspat kir.
Got jî: bêyî beşdariya kurdan, pêkanîna hikûmeta xwecihî li Kerkûkê ne pêkan e ji ber ku me rêjeya herî zêde ya kursiyan di encûmena parêzgehê de bidest xistiye.
Beşdariya hemû aliyên siyasîEhmed Fetih dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi berdewamî kar dike ku hemû aliyên siyasî û pêkhateyên parêzgehê beşdarî pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bike.Em siyasetek dişopînin, ku ew siyaset û nêzîkatiya neteweya nemir serok Mam Celal e, li ser pêwîstiya beşdariya hemû alî û pêkhatan di pêkanîna hikûmetê de dûr ji axaftinên nijadperestî û niha jî tekezî li ser wê yekê dikin nabe tu pêkhat û aliyekî bê paşguh xistin.
Deriyê me ji her kesî re vekirî yeDr Ehmed Fetih dibêje: Ji destpêkê ve me tekez li ser wê yekê kir ku deriyên me ji bo hemû aliyên siyasî ji bo diyaloga li ser pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê vekirî ne û em hewl didin hevkarî û hemahengiya di navbera hemû aliyan de zêdetir bikin.Em li gel her alî û kesekî ku biratî, şirîkatî û pêkvejiyana aştiyane qebûl bike, dixwazin û bi pêwîstiya bihêzkirin û pêşxistina hevkarî û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyan de bawerin.
YNKê dixwaze avakirina encûmenên parêzgehên Nînowayê bibeYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwaze lezê li avakirina encûmenên parêzgehên Nînowayê bike û herwiha dixwaze hikûmeteke xwecihî ku hemû pêkhateyên bajêr nîşan bide û ji aliyê hemû partiyan ve were piştgirîkirin.
Namzedê encûmena parêzgeha Nînowa Mihemed Casim ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:“Tevî ku avakirina encûmenên parêzgehan ne hêsan e ji ber ku ti aliyek bi têra xwe dengê xwe nehaniye, lê danûstandin dikarin bên zêdekirin û xizmetkirina xelkê ji bo bilezkirina avakirina encûmenên parêzgehan.
Casim got: "Divê hikûmeteke xwecihî li parêzgeha Nînowayê bê avakirin, ku hemû civakên bajêr nîşan bide û ji aliyê hemû aliyan ve were piştgirîkirin, daku xizmetguzariyên zêdetir ji xelkê re bên pêşkêşkirin."
Kurd li Diyala roleke mezin dilîzinNamzedê encûmena parêzgeha Diyalayê Ews Ibrahîm ji PUKMEDIA re ragihand: “Piştî pesendkirina encamên hilbijartinan ji aliyê Dadgeha Federalî ve, dê deriyê danûstandinan di navbera partiyan de ji bo avakirina encûmenên parêzgehên parêzgeha Diyale de Kurd dê roleke mezin bilîzin, ji ber ku Sunne û Şîe her yek 7 kursî ne û pêwîstiya wan bi dengê YNKê heye ku biryarê bidin.’’
Îbrahîm got: "YNKê xeta sor ji bo tu partî, civak û olan nîne, berovajî wê dixwaze hikûmeteke herêmî ya pirreng li ser rêya Serok Mam Celal hebe, ji ber ku rewşa parêzgehê pêwîstî bi hikûmeteke wiha heye."
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên encumenên 15 parêzgehên Iraqê ku di rojên 16 û 18ê Kanûnê de li 15 parêzgehên Iraqê hatin lidarxistin, eşkere kir û tê çaverêkirin ku encamên dawî yên hilbijartinan di rojên pêş de ji aliyê Dadgeha Federalî ve bên pesendkirin û piştre jî partî dê deriyê danûstandinan ji bo avakirina encumenên parêzgehan vekin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rêveberiya Xweser: Çekdarên Sûrî Tawanên Cengê kirine
06:23 PM - 2026-01-11 -
Heyva Sor: Nêzî 100 birîndar ji Şêxmeqsûd hatin derxistin
05:48 PM - 2026-01-11 -
Serok Bafil tekez li ser domandina diyaloga neteweyî di navbera partiyên siyasî de kir
11:55 AM - 2026-01-11 -
Rêveberiya Xweser: Komkujî û binpêkirin ku li hember gelê me hatine kirin bê ceza derbas nabe
10:18 AM - 2026-01-11
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 05:35 PM - 2026-01-11 Serok Bafil: Divê bingeha pêkanîna hikûmetê zêdetir xizmetkirina welatiyan be
Serok Bafil û Nûrî Malikî tekez li ser nerîna hevbeş kirin ji bo avakirina hikûmetê
01:43 PM - 2026-01-11
Mezlûm Ebdî: Ji bo agirbestê li Helebê em gihîştin lihevkirinekê
09:13 AM - 2026-01-11
Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
11:17 PM - 2026-01-10
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
10:08 PM - 2026-01-10
zortrin xwendraw
-
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
Cîhan 08:48 PM - 2026-01-10 -
Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 -
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
Kurdistan 10:08 PM - 2026-01-10 -
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
Kurdistan 07:01 PM - 2026-01-10 -
Civata Şêxmeqsud bo xelkê Şêx Meqsûd:Xwedî li birîndaran derkevin
Kurdistan 06:11 PM - 2026-01-10 -
Rêveberiya Xweser: Çekdarên Sûrî Tawanên Cengê kirine
Kurdistan 06:23 PM - 2026-01-11 -
Serok Bafil: Divê bingeha pêkanîna hikûmetê zêdetir xizmetkirina welatiyan be
Kurdistan 05:35 PM - 2026-01-11 -
Heyva Sor: Nêzî 100 birîndar ji Şêxmeqsûd hatin derxistin
Kurdistan 05:48 PM - 2026-01-11






Aplîkêşin

