Serkeftina Yekîtiya Niştimanî serkeftina îrade û têkoşîna gelê me ye
Kurdistan 09:31 PM - 2023-12-20
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî
Di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, PUKMEDIA, Berpirsê Desteya Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî , helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştî hilbijartinên encumenên parêzgehan eşkere kir û tekez kir, ku xelkê Kurdistanê. herêmên nakok yekîtî xelat kirin û aliyên din ceza kirin.
Li jêr teksta hevpeyvînê:
Di hilbijartinan de ji ber nebûna yekitiya partiyên Kurdistanî dengên Kurdan zirar dît?
Letîf Nêrweyî: Berî destpêkirina piropagendeya hilbijartinan me daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî kir ku bi yek lîste beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibin, lê mixabin ti yek ji wan ji bilî Partiya Komunîst û Kurdistanî bersiva destpêşxeriya Yekîtiya Niştimanî nedan. Partî bi lîsteyên cuda beşdar bûn û ev jî bû sedem ku zirarê bide dengên kurdan li herêman.
Çi bû sedem ku Yekîtiya Niştimanî piraniya dengan bi dest bixe?
Letîf Nêrweyî: Yekîtiya Niştimanî di dema propagandaya hilbijartinan de hemû partiyên Kurdistanê agahdar kirin ku hejmareke zêde ya dengên wan dê têk biçe û kurd jî ji helwesta xwe zirarê wê bibîne di hilbijartinan de, lê bi pêşkêşkirina lîsteyên xwe yên serbixwe li ser helwesta xwe israr kirin.
Dengên wan bi wî rengî bû ku me dît û komîsyonê ragihand û girseya Kerkûkê û navçeyên nakok, helwest û siyaseta Yekîtiya Niştimanî xelat kirin, ji ber ku ew dizanin ku peyama me xizmetkirina berjewendiyên giştî û çareserkirina pirsgirêkên wan e û bi vî awayî Yekîtiya Niştimanî serkeftinek mezin bi dest xist.
Gelo namzedên Yekîtiya Niştimanî li hemû parêzgehên ku beşdarî hilbijartinan bûne bi ser keftin?
Letîf Nêrweyî: Li çar parêzgehan Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedîn, Yekîtiya Niştimanî namzedên serkeftî hene, lê partiyên Kurdistanî yên beşdar di hilbijartinan de yan li du parêzgehan namzedên serkeftî hene yan jî ti berbijêr bi dest nexistine, ji bilî wê yekê ku Yekîtiya Niştimanî di rêza yekem de ye, li ser asta hemû parêzgehên navçeyên nakok.
Dengê kurdan kêm bûye yan dengê partiyên din kêm bûye?
Letîf Nêrweyî: Serkeftina Yekîtiya Niştimanî serkeftina hemû gelê Kurd û pêkhateyên din ên Kurdistanê ye, em dixwazin siyaseta gulî ya Serok Mam Celal di hikûmeta xwecihî de li parêzgehên navçeyên nakokdar bi cih bînin. Dibêjin ku di van hilbijartinan de dengên Kurdan kêm bûne, lê belê dikare bê gotin ku deng kêm bûne, ji ber ku ne xwedî siyaseteke rast bûn.
Piştî hilbijartinan dê Yekîtiya Niştimanî destpêşxeriyeke din pêşkêş bike?
Letîf Nêrweyî: Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ku em bi zêdekirina dengên xwe dilniya bûn, Yekîtiya Niştimanî careke din bi yekrêziya rêzan û hemahengiya li ser asta navçe û Iraqê radiweste. Em vê serkeftina mezin tenê ji bo xwe serkeftin nabînin, belkî serkeftina îrade, têkoşîn û qurbanîdana gelê me ye û ev pêşwaziya serkeftina mezin ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hilbijartinan de nîşan dide ku siyaseta me li ser asta herêmê û Iraqê siyaseteke rast bû, ji ber ku gelê Kurdistanê piştgiriya yekrêzî û pêkvejiyanê dike û dilgiran e ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ku armanca Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û serdanên berdewam yên Serok Bafil Celal Talebanî li ser astê Herêm û Iraqê ji bo partiyan baştirîn îspata vê yekê bûn, Yekîtiya Niştimanî dixwaze jiyan û debara xelkê garantî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

