Ji bo vegerandina desthilatê ji xwediyên xwe re beşdarî hilbijartinan bibin
Kurdistan 08:44 PM - 2023-12-17
PUKMEDIA
Rizgar Hacî Hema
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peyamek ji xelkê Kerkûk û navçeyên nakok ên Kurdistanê re şand û tê de daxwaz kir ku ji ber giringî û nepeniya van hilbijartinan ji bo diyarkirina desthilatê, bi coş biçin ser sindoqan li Kerkûk û parêzgehên din.
Hilbijartina taybet bi serkeftî bi dawî bû
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema di daxuyaniyekê de bo (Kurdsat News) derbarê hilbijartinan de tekez kir: Dengdana taybet bo hilbijartinên encumenên parêzgehan bi başî birêve çû û hin pirsgirêkên teknîkî yên ku hilbijartinên bilind hatin encamdan û amaje bi wê yekê jî kir ku li çend qereqolan li ber vê encam nedane hilbijartin.”
Got jî: hijmareka dengderan nekarîn ji mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bînin, ji ber ku şopa tilîyên wan nehatine xwendin û hijmareka navendan jî nikarin bi rêya elektironî dengan bijmêrin di dengdana giştî de."
Yekîtiya Niştimanî spasiya beşdarên dengdana taybet dike
Derbarê wan dengderên ku ji ber pirsgirêkên teknîkî li hinek navendan nekarîn beşdarî dengdana taybet bibin, Rizgar Hacî Hemê tekez kir ku, ew nikarin beşdarî dengdana giştî bibin, heta ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biryareke taybet derxîne û destûrê bide beşdariya wan.
Berpirsê ofîsa hilbijartinan spasiya hêzên Pêşmerge, polîs û hemû hêzên beşdar di dengdana taybet de kir, ku bi awayekî bi bandor û bi rêk û pêk di wê proseyê de beşdar bûn û bêyî ti şikestî pabendbûna xwe bi erkên xwe îsbat kirin.
Dengên Yekîtiya Niştimanî zêde dibin
Rizgar Hacî Hema dibêje: “Li gor lêkolînên ku li ser encamên çend navendên dengdanê yên taybet hatine encamdan, di van hilbijartinan de li gorî hilbijartinên 2018 û 2021ê, zêdebûneke berçav di dengên Yekîtiya Niştimanî de nîşan dide û emê di van hilbijartinan de serkeftineke mezin tomar bikin.”
Wî rayedarê han eşkere kir ku, ew giliyên ku li komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan hatine tomarkirin, ji ber ne cidîbûna van giliyan bandorê li encamên hilbijartinan nakin.
Bi coş beşdarî dengdana gel bibin
Rizgar Hacî Hema jî di peyamekê de daxwaz ji xelkê Kerkûk û navçeyên nakokdar kir ku bi heman coş û kelecana ku malbatên wan ên hêzên Pêşmerge û polîs di dengdana taybet de nîşan dane, bi awayekî berfireh beşdarî dengdana giştî bibin, ji ber ku ev hilbijartin ji hevtayên xwe cudatir in. Di dema borî de dengdêr dê gotina xwe li ser wê yekê bêje ku dê kî were ser desthilatê li Kerkûkê bi dengê dengderan em dikarin deshilatdariya rewa ya bajêr vegerînin û bi dengên xwe jî kurdbûna Kerkûkê piştrast bikin, nasname û zimanê kurdî biparêzin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

