Zêdetirî 15 mîlyon dengdêr dikarin bi dengdana gerdûnî deng bidin
Kurdistan 08:35 PM - 2023-12-17
PUKMEDIA
Hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê
Piştî 45 rojan ji propagandeyên hilbijartinan bo lîste û namzedan, roja Înê 15ê Kanûna Yekem a 2023ê dema kampanyayên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê (ji bilî Herêma Kurdistanê) bidawî hat û dengdana taybet duh Şemiyê 16ê Kanûna Yekem hat encamdan û biryare sibe Duşem 18/12/18 dengdana giştî were kirin.
134 lîste beşdarî hilbijartinan dibin
Di dengdana giştî de, sindoqên dengdanê sibe duşemê saet di heftê sibehê de vedibin û di şeşê êvarê de jî tên girtin.
Li gor amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, hejmara dengderên ku di dengdana giştî de beşdar bûne (15 milyon û 108 hezar û 135 kesin) , di hilbijartinên encumenên parêzgehan de 134 lîste beşdar in, ji wan 39 hevpeymanî, 29 partî û 66 namzedên serbixwe.
Amûrên lojîstîk ên Komîsyonê li navendên dengdanê yên giştî amade ne
Roja Yekşemê, Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan alavên xwe yên lojîstîk ji bo navendên dengdanê yên giştî jimartin, di heman demê de diyar kir ku du kamera ji bo her navendeke dengdanê hatine danîn.
Rêvebirê Perwerdeyê li Komisyonê Daûd Selman got: “Hemû navendên dengdanê bi amêreke elektronîkî ya piştrastkirinê, alaveke elektronîkî ya bilezkirina encamên hilbijartinan û alaveke ragihandina encamên hilbijartinan, ji bilî kamerayan, ku hejmara wan zêdetirî 110,000 kamerayan e, hatine desteserkirin , ji bo her sindoqê du kamera û ji bo her sindoqê 4 kamera".
Got jî: Amûrên lojîstîkî yên navendên dengdanê ji bo her navendekê sindoqek dengdanê, sindoqek pakkirinê û 450 pusulayên dengdanê, li gel melzemeyên hilbijartinê ji bo kampanyaya hilbijartinê û pênûsên dengdanê hene di her qereqolê de 3 kozik hene."
Wî bal kişand ser wê yekê ku hejmara navendên komîsyonê 38 hezar û 43 navend e. Li her navendekê sindoqek tijîkirina dengdanê heye. Ji bo hejmara pusulayên dengdanê, her navendek bi 450 pusûleyên dengdanê û 50 pusûleyên rezervê yên dengdanê tê dabînkirin li navendê.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dibêje, rêjeya beşdariyê di dengdana taybey a hilbijartinên encûmenên taybet ên parêzgehan û kampên koçberan de zêdetirî ji sedî 67 bûye.
Komisyonê diyar kir hejmara dengderan li hemû Iraqê zêdetir ji 706 hezar kesan bû.
Proseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, îro li 14 parêzgehên Iraqê, navçeyên Kurdistanî û Herêma Kurdistanê ji demjimêr 07:00 ve dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam kir.
Hemû 1 milyon û 2 hezar û 393 dengdêr ji hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê, mafê wan ê dengdanê heye û 565 navendên dengdanê ji wan re hatin vekirin.
500 rêxistinên navdewletî û xwecihî beşdarî çavdêriya hilbijartinan dibin û zêdetirî 420 hezar karmend jî di proseya dengdana taybet û giştî de beşdar dibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

