Serok Bafil ji Kerkûkiyan re.... Sindoqên dengdanê kesk bikin
Kurdistan 04:52 PM - 2023-12-14
PUKMEDIA
Serok Bafil li Kerkûkê
Îro pênşemê
14-12-2023 piştî nîvro, bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê, kernevaleke girseyî bo piştevanîkirina ji lîsteya
hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye jimare 142 li bajarê Kerkûkê birêve çû.
Karnevala ku
girseyeke qelebalix beşdar bû, ku heta niha wek wê li bajêr ne hatiye dîtin bi
deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir û piştre berpirsê lîsteyê
Aso Mamend gotarek pêşkêş kir û tê de got: Çawa ku me berê dest ji Kerkûkê
berneda, em soz didin we ku em dest ji nasnameya wê ya kurdî di paûerojê de
bernadin.
Got jî: Emê
berdewam bin li ser şopandina rêya serok Mam Celal û emê dawî li bêedaletî û
cudahîyê bînin ku niha tê de heye, em jî soz didin we ku bi piştevanîya we emê
dîsa li Kerkûkê deshilatê bi dest bixin û yekane armanca me jî ewe xizmetkirina
gelê wê ye.
Paşê Serok Bafil
Celal Talebanî gotarek pêşkêş kir û di destpêkê de bixêrhatina girseya gel a
beşdar kir û got: Kerkûk qudsê Kurdistanê ye amaneta Serok Mam Celal e, emê
weke çavên xwe biparêzin tu carî dev jê bernadin.
Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê got jî: Paşeroja Kerkûkê di destê we de ye, lewra
daxwazê ji we dikim ku bi coşeke nû biçin ser sindoqên dengdanê û sindoqên
dengdanê û Kerkûkê jî bi rengê kesk bixemlînin, ji ber ku bi dengên xwe hûn dê
parêzgarê nûh diyar bike.
Serok Bafil tekez
kir û got: Em soz didin we ku em rê nedin ti kesî xiyanetê li kur û keçên
bajarê me bike, herwiha em dixwazin bi rêya rêveberiya wê nîşan bidin ku
rêvebirî çawa ye.
Bal kişande ser wê
yekê ku namzedên me berî ku yekîtî bin Kerkûkî ne, lewra ez we vedixwînim ku
dengê xwe bidin lîsteya hevpeymaniya Kerkûkê ya jimare 142, daku nûnerên xwe
yên rast bişînin encumena parêzgehê û piştre têkoşîna kurdistanîbûna Kerkûkê ji
mera bihêlin.
Her wiha Qubad
Talebanî, Berpirsê Ofîsa Serok Mam Celal, hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî û
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û serok û namzedênlîsteya
Kerkûk hêz û vîna me di karnavalê de amade bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

