Daxuyaniya encama kongreya Partiya Demokratî Pêşverû Kurd li Sûriyê
Kurdistan 12:14 PM - 2023-12-14
PUKMEDIA
Logoya Partiya Demokratî Pêşverû Kurd li Sûriyê
Partiya
Demokratî Pêşverû Kurd li Sûriyê do 8-12-2023ê di bin dirûşmeya “Demokratî ji
bo Sûriyê û mafên rewa yên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê” li bajarê Amûdê li
gundewarê Qamişlo li rojavayê Kurdistanê dest bi kongreya xwe ya şazdemîn kiribû
.
Di daxuyaniya civîna yekem a Komîteya Navendî a Partiya Demokratî Pêşverû Kurd li Sûriyê ku di 13-12-2023 de
hatibû lîdarxistin li ser van xalan hate piştrastkirin:
- pêşandana biryar û pêşniyarên konferansê û gotûbêjkirina
wan bi awayekî ku bibe alîkar ji bo pêşketin û pêşxistina xebata rêxistinî di
nav dezgehên partiyê de, li gorî rêgezên rêxistinî û nirxên demokratîk ên ku di
rêzikname û biryarên konferansê de hatine destnîşankirin.
- Gotûbêjkirina çawaniya damezrandina ofîs û desteyên partiyê
di nav Komîteya Navendî de bi awayekî ku li gor guhertin û pêşhatên heyî be.
- Hilbijartina sekreterê partiyê û cîgirê wî li gor
rêziknameya ku di kongireya 16 de hatiye pesendkirin.
Hevalên endamên Komîteya Navendî di vê civînê de biryar dan
ku prensîba hilbijartinê ji bo hilbijartina sekreter û cîgirê partiyê
bipejirînin, lê rêheval Ehmed Silêman bi fedakarî û hesteke bilind bi
berpirsyarî dest da Ehmed Berekat ku bibe sekreterê partiyê, ew helwêst bûye cihê
rêz û hurmet li cem endamên komîteyê.
Di encamnameyê de, di civînê de biryar hat dayîn ku Komîteya
Navendî xebatên xwe bidomîne di nav de avakirina ofîsên li gor sîstema navxwe.
Derbarê navxweyiya Sûriyê de, di
raporê de hat dîtin ku dagîrkirina Tirkiyê li erdnîgariya Sûriyê, wek Girê Spî
û Serêkaniyê û siyaseta guhertina erdnîgarî ku Tirkiyê ji dema dagîrkirina
Efrînê û deverên din ve dimeşîne alozî zêde bûne. Di warê siyasî de, çi li ser
asta pêvajoya siyasî ya ku li Cinêvê hat destpêkirin, çi li ser asta Komîteya
Destûrî û çi jî di pêvajoya Astanayê de ji ber nebûna lihevhatineke navdewletî
ji aliyekê ve û li ser asta siyasî, ti pêşketineke erênî çênebû û bandoreke
neyînî ya mezin li ser rewşa aborî û jiyana Sûriyê hîşt, ji %90 yên ku niha di
bin sînorê hejariyê de dijîn.
Partî di wê baweriyê de ye ku
destpêkirina diyaloga Sûrî-Sûrî ku nûnerên pêkhateyên niştimanî û olî yên gelê
Sûriyê tê de beşdar bibin, dikare bibe pêngavek ji bo dîtina çareseriyeke
siyasî ji aloziyê re bi îradeya Sûriyê.
Li Kurdistana Êraqê tevî destkeftên
ku di van dehsalên borî de bi dest ketine, herêm hîna jî rastî gelek pirsgirêk
û kêşeyên nakok bi hikûmeta federal re heye, ku pêwîste bi aştiyane li gor
destûra Êraqê bên çareserkirin. Herwiha di konferansê de giringî bi aktîvkirina
rêkeftina stratejîk a di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê de, bi hevkarîkirina aliyên din ên Kurdistanê, ji ber
ku tenê rê ji bo parastina asayîş û aramiya navçeyê û pêşxistina wê heye,
dibîne.
Destnîşan li ser pêwendiyên biratî
û dîrokî yên ku partiya me û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hev ve girê
dide ku ji aliyê her du serokê rihmetî Mam Celal Talebanî û Profesor Ebdulhemîd
Derwîş ve hatiye damezrandin, divê were pêşxistin û yekgirtîkirin û karibe bibe
hilgirê netewî ji bo xizmeta doza gelê Kurd û berjewendiyên bilind ên netewî.
Di encamnameyê de, konferansê çend
biryar û pêşniyaran di warên siyasî, rêxistinî, medyayî û darayî de standin ku
bê guman dê bibe sedema bihêzkirina demokrasiyê di jiyana navxwe ya partiyê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

