Şandeke YNKê serdana partiyên Kurdistanî dike
Kurdistan 10:34 AM - 2023-12-13
PUKMEDIA
Şanda Yekîtî û partiya komunîst
Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Derbaz
Kosret Resûl li Hewlêrê wê sardana hinek aliyên siyasî bike.
Li gor zanyariyên PUKMEDIAyê, şanda han dê serdana Partiya
Komunîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya kirêkeran û
rencderanî Kurdistanê û Partiya Parêzgarên Kurdistanê bike.
Di wê çarçoveyê de Şande bi
serokatiya endamê mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Pêwendiyan Feysel Kerîm
Xan, Rêbaz Bêrkotî û Salar Lala Serhed gihişte baregeha Partiya Komunîst a
Kurdistanê û ji aliyê Kawa Mehmûd ve hat pêşwazîkirin.
YNKê destê lihevkirinê dirêj kiriye
Piştî civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de serpereştyarê
şanda yekîtî Derbaz Kosret Resûl got: Me piştî kongreya pêncem a YNKê ve destê
xwe yê aştî û pêkvejiyan dirêjî hemû aliyan kiriye û em dixwazin diyalogeke
niştimanî çêkin û xwe ji hemû îmkanên ku derbasî herêmê bibin amade bikin.
Herwaha got: Em berdewamin li gel PDK û hemû aliyên din di pêwendiyê d, niha ji
ber hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê em mijûl in, lê helbet piştî
hilbijartinan dê civîn berdewam bin.
Got jî rewşa siyasî ya Kurdistanê û herêmê hestiyar e. Em
weke YNK'ê dixwazin hemû hêz û alî li ser çawaniya rûbirûbûna wan kêşeyên li
pêşiya Herêma Kurdistanê xwedî nêrîneke hevbeş bin. Derbarê hilbijartinan jî
Derbaz got: Xwebextane duh parlamentoya Êraqê bûdceya pêwîst ji bo
hilbijartinan terxan kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

