Kerkûk nasnameya Kurdbûnê ye
Nêrîn 03:45 PM - 2023-12-09
Arşîv
Dawd Çîçek
Ev çend rojin bangeşeya hilbijartina parêzgar û encûmenên parêzgehan li Êraqê bi giştî destpê kiriye, lê ya ku bala mirov dikşîne hevrikiya mezin ya vê bangeşeyê (propagandeya hilbijartinê) li bajarê Kerkûkê birêve diçe ku têde (Kurd û Ereb û Tirkuman) hevrikiyeke xurt dikin ji bo bidest xistina erkê parêzgar (waliyê) wî bajarî û endamên encûmena parêzgehê.
Bi dirêjahiya dîrokê plan li ser bajarê kerkûkê berdewam bûne û dijminan her xwestiye nasnameya wê biguherin û wê ji kurdbûnê û ji kurdistanîbûna wê derxin. Lê kurdên bajarê Kerkûkê li berxwe dan û rê nedan dijminan û nehezan nasnameya wan bê guhertin, bi saya serê rewşenbîr û wêjevan û helbestvan û şoreşgerên şoreşa nû ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ew bajarê dîrokî ji te`rîbê û Tetrîkê û Tefrîsê hate parastin û heta roja îro ew bajar liberxwe dide kurdbûna xwe diparêze.
Her çiqas ez bi xwe xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê me û îro Efrîna me di bin dagîrkeriyê de ye û bi Te`rîbê û Tetrîkê re rû bi rû ye, lê ez bi coşa bangeşeya hilbijartinê û ruhê kurdbûnê ya xelkê Kurd li Kerkûkê ya ku hizba rewanşad Mam Celal Talebanî (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê) bi serokatiya kurê wî Bafil Celal Talebanî tê meşandin birasît coşekê dide min jî û hemû kurdên herçar parçeyên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku Kerkûk wê li hember hemû êriş û planên dijminan û nehezan wê biserkeve. Her weha ez di wê baweriyê de me jî ku Efrîn û Serêkaniyê jî wê vegerin hembêza gelê Kurd.
Bi dîtina min bi serkeftina Kerkûkê û derxistina wî bajarî ji destên erebên şofînî, Kurdistanîbûna Kerkûkê wê were parastinê, her weha wek rewanşad serok Mam Celal gotibû, "Kerkûk Qudsa Kurdistanê yê" wate çawa Filistîn bê Quds nabe Filistîn her weha Kurdistan jî bê Kerkûk nabe Kurdistan. Divê em hemû Kurd piştevaniya xelkê Kerkûkê bikin daku biserkevin. Her weha Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî jî tekez li wê yekê dike û dibêje; "Me Kerkûk di dilê xwe de hilgirtiye û xeta sore li ba me û çawa me Kerkûk ji DAIŞ`ê parast vê carê jî emê bi dengdanê Kerkûkê ji te`rîbê biparêzin."
Kerkûkê gelek qurbanî dan heta ku kurdbûna xwe parastin û heya roja îro jî dide li hember zevtkirina erd û zeviyên wan û dixwazin ji kurdistanîbûnê dûrxînin her çend Kurd bi biratiyê û pêkvejiyanê bang dikin lê şofînîstên ereb wê yekê red dikin. Îro bi dengê xwe û çûyîna ser sindoqên dengdanê û bi awayekî demokratîk ewê biser bikevin û Kerkûkê vegerînin hembêza Kurdistanê.
Nivîs: Dawûd Çîçek
9/12/2023 Silêmanî
XELAT
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

