Talebanî: Aliyên xemsar berpirsatiya yasayî bigrin ser xwe
Kurdistan 12:12 PM - 2023-12-09
PUKMEDIA
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî duh Înê hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyên şewata ku di avahiyeke niştecihbûnê de li navçeya Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê derketibû, xwest.
Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de ragihand: Karesata şewata ku li avahiyeke bajarê Soranê derket û bû sedema mirin û birîndarbûna hejmareke mezin, me hemû xemgîn kir.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got: Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên qurbaniyên vê qezaya bi êş dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Qubad Talebanî tekez kir: Mixabin di salên derbasbûyî de gelek bûyerên bi vî rengî dubare bûne û em li gel dezgehên pêwendîdar di peywendiyê de ne û li benda encamên lêkolînê ne û divê aliyên xemsar berpirsatiya yasayî bigrin ser xwe.
…
Duhî êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniyekê de sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera şewata agir kir û ragihand, “Ji roja Şemiyê 9/12/2023an ve sê rojan şînê ragihînin.”
Cibicîkarê Karûbarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Iraqê Wael Hetahit li ser bûyera şewata avahiyekê li Soranê, peywendî bi Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Barzanî re kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

