Lîstên Yekîtî: Xizmetkirina malbatên şehîdan û misogerkirina mafên wan
Kurdistan 10:48 AM - 2023-12-06
PUKMEDIA
Malbatên Enfalan û Lîstên Yekîtî
Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan hewl didin li hemû parêzgehan xizmeta malbatên şehîdan û enfalan û qurbaniyên rêxistina terorîst a DAIŞê bikin û di bernameya xwe ya hilbijartinan de jî tekez kir ku dê li ser garantîkirina maf û pêdiviyên malbatên şehîdan û qurbaniyên terorê kar bike û piştgiriya wan di hemû waran dejî bike.
Xizmetkirina xelkê navçeya Şingalê
Wîsam Selêm namzedê jimare 18 yê hevpeymanîya Xelkê Nînewa
134 ji PUKMEDIA re ragihand: Dilê me li gel malbatên şehîd û qurbaniyên
terorîstan li parêzgeha Nînewayê ye û emê bi hemû hewlekê bo xizmetkirina wan
kar bikin.
Wî her wiha got: Bi salan piştî jînosayda Êzidiyan,
malbatên van qurbaniyan hîn jî li benda cezakirina berpirsên ketina Şengalê ne,
em piştgiriya van daxwazan dikin û divê kesên ku bûne sedema vê yekê jî bêne cezakirin.
Em ê bixebitin ku muzexaneyek an navendek lêkolînan ji bo belgekirina karesata
Şengalê û Êzidiyan bê avakirin. Em ê bixebitin ku di warê xizmetguzariyê de cudahiyê
ji holê rakin.
Emê kar bikin ji bo vekirina navendeke çaksaziya derûnî li
Şingalê ji bo jin, keç û zarokên ku di sala 2014an de rizgar bûne, û kar bikin
ji bo kifşkirina gorên komî yên xelkê Şingalê, rakirina bermahiyên wan bi
şêweyekî zanistî û çêkirina gor û cihên guncaw ji bo ji nû ve veşartina wan.
Wî got: Emê jî kar bikin ji bo zanîna çarenivîsa jin û keçên êzîdî ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e. Ji ber ku hemû xelkê parêzgeha Nînewa rastî neheqî û bindestiyê hatine, lê tişta ku li ser xelkê navçeya Şingalê hatiye û ew tawaneke mezin rû daye, karesateke mezine û divê em xizmeta wan bikin û hemû pêdiviyên wan peyda bikin.
Pêşkêşkirina xizmetên baş ji malbatên şehîdan re
Namzedê jimare 19 yê lîsta Kerkûk Hêz û Vîna me ye jimare 142 Remedan Cebarî ji PUKMEDIA re ragihand ku: Emê kar bikin li ser xizmetkirina malbatên şehîd û enfalan, bi taybet ku navçeyên Çemçemal û Kerkûkê xwedî pişk û para şêr bûn ji aliyê qurbaniyan de. Bernameyeke me heye bo xizmetkirina wan ji berk u ew hêjay her xizmetekêne ,emê bixebitin ku mûçeyên wan bixin ser mîlakên saziya şehîdên federal da ku wekhev bin bi parêzgehên din re.
Veguheztina mîlakên şehîdan ji Saziya Şehîdan a Federal re
Namzedê jimare 6 yê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê li Parêzgeha 120 ya Diyalayê Casim Mihemed ji PUKMEDIA re dibêje:
Lîsteya me ya jimare 120 xizmeta hemû malbatên şehîdan û enfalkiriyan dike, bi
taybet li navçeya Xaneqînê, ji ber ku dezgeha dadweriyê qurbaniyên mezin di
şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de da ye, ew şerê ku şerekî navdewletî
bû li dijî terorê.
Got jî: Emê kar bikin ku mûçeyên şehîdan bigehînin xwediyên
Dezgeha Şehîdan a Federal da ku hemû erk û endametiya xwe bi awayekî guncaw
werbigirin, ji ber ku piraniya malbatên şehîdan mafên xwe yên destûrî bi dest
nexistine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

