Talebanî: Vegere nêzîkatiya Serok Mam di birêvebirina Kerkûkê de
Kurdistan 04:47 PM - 2023-11-30
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Îro pênşemî 30.11.2023 li bajarê Hewlêrê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Yann Prim Konsulê Giştî yê nû yê Fransa li Herêmê kir û bi hev re çend mijarên ku di berjewendiya wan de ne, gotûbêj kirin.
Qewad Talebanî pîrozbahî li Konsulusê Fransa kir bi boneya destbikarbûna wî bi erkê xwe û hêvî xwest ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa di heyama karkirina wî li herêmê di hemû astan de geş bibe û amadebûna xwe jî nîşan da ku piştevaniya pêwîst pêşkêş bike.
Her du alî bi balkêşî behsa peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Franseyê de jî kirin û Cîgirê Serokwezîrê Franseyê di qonaxên girîng yên dîrokî de piştgirî û yarmetiya hikûmeta Franseyê bo gelê Kurdistanê bilind nirxand û ji aliyê xwe ve Jan Prim jî behsa vê peywendiya dîrokî kir, tekez kir ku ew bi serbilindî dest bi karên xwe yên li Kurdistanê wek Konsulê Giştî yê Fransa dike.
Di beşeke din ya civînê de rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê azadiya derbirînê û mafên mirovan de hate gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê rêkeftin ku di qonaxa bê de ji bo baştirkirina rewşa mafên mirovan û azadiya derbirînê bi hev re kar bikin.
Her wiha behsa hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê û hilbijartinên dahatû yên Parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin û bi hêviya ku hilbijartinên encumenên parêzgehan di rewşeke aram de birêve biçin. Herweha Talebanî eşkire kir ku di salên derbasbûyî de cudahî di navbera pêkhateyan de bûye û divê piştî hilbijartinên bê nêzîkatiya Serok Mam Celal a li ser rêveberiya Kerkûkê vegere, ji bo kûrkirina giyanê pêkvejiyana aştiyane li bajêr û ji bo ku ti pêkhate hest bi neheqiyê û paşguhkirinê neke.
Di derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de jî Cîgirê Serokwezîr got: Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku hilbijartin di roja diyarkirî de bi awayekî dadperwer, zelal were lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

